Îsa Lazar ji Mirinê Radike

Îsa Lazar ji Mirinê Radike

Pirtûka Pîroz, Yûhenna, Beşa 11. Ayetên 1-45.

Lazarê nexweş birayê Meryemê bû, ya ku rûnê bîhnxweş li Xudan dabû û bi porê xwe lingên wî paqij kiribûn. Herdu xwişkan ji Îsa re xeber şandin û gotin: «Ya Xudan, yê ku tu jê hez dikî nexweş e.» Lê dema ku Îsa ev yek bihîst, wî got: «Ev nexweşî ne ji bo mirinê ye, lê belê ew ji bo rûmeta Xwedê ye, da ku Kurê Xwedê pê bi rûmet bibe.»

Lazarê ji Beytanyayê ku birayê Marta û Meryemê bû pir nexweş ketibû. Xwuşkên wî ditirsiyan ku wê ew bimire, ji Îsa re xebera "Reb! Hevalê te pir nexweş e" şandin.

Hayê Îsa ji vê hebû lê panîk nedikir. Bersiv da û got: "Wê ev nexweşî bi mirinê bi dawî nebe. Wê ev, xizmetê ji mezinbûna Xweda re bike."

Piştî ku Îsa bi nexweşiya Lazar hisiya du rojên din jî li wî cihê lê bû ma. Piştre wisa got: "Em herin! Dostê me Lazar raket, ez ê herim ji bo wî şiyar bikim."

Xwendekar ji tişta digot ne pişt rast bûn. Îsa wisa rave kir: "Lazar mir! Ji bo hûn bawer bikin, ji ber ku ez ne li wir im ez li ser navê we kêfxweş dibim. De rabin em herin cem wî!"

Gava Reb hat Beytanyayê, Ev bibû çar roj ku Lazar di mezel de bû. Gund qelebalix bû, gelek cihû ji dora Orşelîm û derdero wê hatibûn li ber dilê Marta û Meryemê xweş bikin.

Gava Marta bihîst ku wê Îsa bê, çû ku Wî pêşwazî bike. Meryem jî li malê ma.

Marta Îsa pêşwazî kir, jê re wisa got: "Ya Reb! Tu li vir bûya, birayê min nedimir. Aniha jî dizanim tu çi ji Xweda bixwazî wê Xweda wî tiştî bide te!"

Îsa got: "Wê birayê te ji mirinê rabe?"

Marta got: "Roja dawî; Roja Vejînê ye, ez dizanim wê rabe ser xwe."

Îsa wisa jê re got: "Vejîn û jiyan Ez im... Kesê ji min bawer dike eger bimire jî wê bijî. Kesê dijî û bawer dike tu carî wê nemire. Hûn ji vê bawer dikin."

Marta got: "Erê ya Reb. Min jê bawer kir ku tu Mesîhê Kurê Xweda yî û tu yê bê dinyayê rojekê." Piştî ev got çû bi dizîka bang xwuşka xwe Meryemê kir. Jê re got, Îsa hatiye û li benda wê ye.

Çawa ku Meryem ev bihîst di cih de rabû ser xwe çû cem Îsa. Xwe avêt lingê û bû qûrqûra giriyê wê.

Îsa bi çavên xwe dît bê her kes çiqasî bi êş û keder bû, hinekî hestiyar bû û li mezelê wî pirsî. Gava cih nîşanî wî dan, gîha ser mezel û dest bi girî kir. Piştre emir da ku kevirê li ber devê deriyê şikefta Lazar tê de ye bidin aliyekî. Çend kesan kevir dan alî. Piştre li asîmanan nêrî û got: "Bavo, ji ber tu min dibihîsî ez

spasdarê te me."

Û bi dengekî bilind Lazar kir û got: "Lazar derkeve derve!" Piştre tişta bêîmkan qewimî! Zilamê mirî derket derve! Dest û lingên wî hatibûn pêçandin, rûyê wî bi pêşgirê hatibû nixumandin. Îsa got: "Wî vekin, bila rabe ser xwe!"

Gelek cihûyên ku bûn şahidê vê mûcîzeya mezin, bawerî bi Reb Îsa anîn.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Kîjan xwuşka Lazar çû pêşiya Îsa? Çi jê re got?

  2. Îsa gava got "jiyan û vejîn Ez im" xwest çi bibêje?

  3. Mûcîze çawa qewimî?

76. Îsa Lazar ji Mirinê Radike00:00 / 04:23