Îsa Zarokan Pîrozwer Dike

Îsa Zarokan Pîrozwer Dike

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 18. Ayetên 15-17.

Zarokên biçûk jî anîn ba Îsa, da ku destê xwe deyne ser wan. Lê gava şagirtan ev yek dît, li wan hilatin. Lê Îsa gazî wan kir, ku bên ba wî û got: Bihêlin, bila zarok bên ba min, pêşiya wan negirin. Çimkî Padîşahiya Xwedê ji yên weha re ye.

Yek ji wan rojan bû ku qelebalixî li dora Îsa kom bibû. Îsa li ser 'Xweda' û 'Desthilatdariya Xweda' dipeyivî. Bi sebir bersiv dida pirsên xapînok û bifen yê zanistên olî û gelek mirovên nexweş baş dikirin. Li dora Wî qelebalixeke mezin kom bibû. Komeke din jî ber bi Îsa ve dihat. Ev kom jin û zilamên bi zarok bûn.

Ji nava qelebalixiyê yekî ji wan re got: "Bisekinin, hûn diçin kuderê?" Jinikekê bersiv da û got: "Em dixwazin Îsa bibînin ku zarokên me pîrozwer bike."

Kesekî li wir disekinî bi awayekî henekpêkirî wisa qêriya: "Zarok? Ma qey karê Îsa yên girîng tunene ku ji zarokên we pêve bi wan dakeve? Ma hûn nexweşênli

bendî dora xwe ne nabînin? Ma hûn nabînin û nabihîsin ku Ew li ser mijarên cîdî û

derbarê desthilatdariya Xweda de dipeyive? Îcar hûn bi zarokên xwe yên ku di vê mijarê de tiştekî nizanin û heta bi pitikên xwe yên nû çêbûne tên!"

Jinikê wisa bersiv da: "Ne hewce ye her tiştî fêhm bikin, tenê bila fêhm bikin ku Xweda ji wan hez dike. Ji ber vê ez dixwazim ji Îsa bipirsim..."

Wisa bersiv da û got: "Wê Îsa dema xwe ya bi qedir û qiymet nede zarokan!"

Jinikê got: "Ez rîca dikim ka dev jê berdin em herin!"

Nîqaş gurtir bibû. Îsa ferq kir ku mirov ketine qirika hev û wisa got: "Bihêlin bila zarok bên cem min, rê li ber wan negirin! Ji ber ku Desthilatdariya Xweda ji bo yên wisa ye."

Xwendekar bi şaşmayî li Îsa nêrîn. Dê û bav ji ber van gotinan kêfxweş bûn, ji bo Îsa bibînin bi zarokên xwe re di nava qelebalixiyê re meşiyan. Serê xwendekaran tevlihev bû, ji bo bibînin bê wê çi bibe ew jî nêz bûn. Îsa li wan vegeriya û wisa got: "Ez ji were ya rast bibêjim, kesê ku Desthilatdariya Xweda weke zarokekî nepejirîne, tu carî nikare têkeve nava vê desthilatdariyê."

Piştre Îsa zarokên biçûk hembêz kirin û yek bi yek ew pîrozwer kirin. Zarokên mezintir jî destên xwe danî ser serê wan û ew pîrozwer kirin.

Pirsên ji bo gotûbêjê

2 pirs
  1. Xwendekaran çima nehiştin ku zarok bên cem Îsa?

  2. Gava Reb got "Desthilatdariya Xweda aîdê zarokan e" xwest çi bibêje?

75. Îsa Zarokan Pîrozwer Dike00:00 / 03:26