Meseleya Kurê Winda

Meseleya Kurê Winda

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 15. Ayetên 11-32

Û Îsa got: «Du kurên mirovekî hebûn. Kurê biçûk ji bavê xwe re got: ‹Bavo, ka ji malê xwe wê para ku ji min re dikeve, bide min.› Wî jî malê xwe li wan leva kir. «Piştî çend rojan kurê biçûk her tiştê xwe da hev û çû welatekîvv dûr. Li wir wî bi serserîtî malê xwe tert û bela kir. Piştî ku wî her tiştê xwe mezaxt, xelayeke dijwar bi ser wî welatî de hat. Ew ket tengahiyê çaxê aqilê wî hat serê wî, li bavê xwe vegerim û jê re bêjim: Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye. «Û ew rabû, li bavê xwe vegeriya. Lê hê ji dûr ve bavê wî ew dît û dilê wî bi kurê wî şewitî. Û ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da ber singê xwe û ramûsand. Kurê wî jê re got: ‹Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re kurê te bê gotin.› çimkî ev kurê min mirî bû û va ye, rabûye, ew windabûyî bû û va ye, hatiye dîtin.› Û dest bi şahiyê kirin.

Îsa ji Ferisiyan re meseleyeke din got. Du kurên zilamekî hebûn. Her du jî mezin bûn, di karê malê de alîkariya bavê xwe dikirin. Yê mezin alîkarî dikir lê bedilê xwe dikir. Lêbelê ev mesele derbarê yê biçûk de ye. Pir ji şîret û rêliberxistinên bavê xwe aciz bibû. Difikirî û digot eger ez bi tena serê xwe bijîm, biryarên xwe bi serê xwe bidim wê baştir bibe.

Rojekê hat ji bavê xwe re wisa got:

"Bavo! Gava tu here rehmetê nêviyê mal û milkê te yê min e. Lê ez naxwazim li bendî mirina te bim. Ji ber ku di dawiya dawî de wê bibe yê min ez ji niha ve para xwe dixwazim. Ez dixwazim kêfa xwe bikim û li gorî dilê xwe bijîm!"

Dilê bavê wî ji ber van gotinan pir êşiya. Fêhm kir ku kurê wî rahije para xwe wê ji malê veqete û here. Lê bavê wî pir li ber negeriya ji bo bimîne ji ber ku hurmet dida biryara kurê xwe. Ji ber vê jî para wî dayê. Piştî demeke kin, kurikê biçûk berê xwe da welatekî dûr û ji malê veqetiya. Kincên pir biha li xwe kirin, xwarinên pir xweş xwarin û bi pereyên xwe li kêf û sefa xwe kir

Hîn pir di ser re neçû kesên li derdora wî ferq kirin kesekî dewlemend e û bi pereyê xwe forsê dike. Kesên li derdora wî dewlemendên biyanî hebûn ji ber ku hemû mesrefên wan wî dida. Zilamê ciwan got qey dostên wî yên baş çêbûne. Lê ew ne dostên bi rastî bûn, ew ji bo pereyên wî li dora wî bûn.

Bi vî awayî pir wî di jiyanê de pir kêf kir. Pir geriya, tevlî partiyên kêfê bû, bi hevalên xwe re kêfa xwe kir... Çi arezûya bixwesta bi dest dixist.

Li mala bavê xwe nedifikirî.

Zilamê ciwan xwe bi destê vê jiyanê ve berdabû. Ferq nedikir ku her roj perêyên wî kêm dibin û di demeke kin de wê biqedin.

Şevekê ji bo kêfxweşiyeke pir mezintir, divê heqê wê bidaya lê gava dît ku pereyên wî hew têra wî dikin ecêbmayî ma. Bêhemdî xwe got: "Pereyên min xelas bûn. Divê hûn alîkariya min bikin. Ma ne tiştên ku divê heval bikin ev e?"

Hevalên wî jî li hember vê derketin û gotin: "Te got heval? Em ne havalê wî kesî ne ku bang mêvanan bike û îcar nikaribe hesabê wan bide. Serkeftin!"

Piştî van gotinan dev ji wî berdan û çûn.

Zilamê ciwan mecbûr ma ku pereyên xwe yên dawî jî bide xwediyê cihê kêfxweşiyê.

Piştî vê zilamê ciwan feqîr û belengaz bû. Mecbûr ma ku li kolanan razê û weke ewareyan li bajêr bigere. Wê demê li welat xelayeke pir xedar dest pê kiribû. Ji ber vê tu kesî pariyek nanê xwe jî bi tu kesî parve nedikir. Bi ser halan de karek jî bi dest wî nediket.

Piştî lêkolîneke duvdirêj, hemwelatiyekî wî welatî ew xist bin xizmeta xwe. Bi pereyekî pir kêm divê şivantiya berazan bikira. Berê fikra karekî wisa ji bo wî fikreke biçûkxistinê bû lê êdî xûrûr ne li ser bala wî bû. Zikê wî ji birçîna dikire xurexur. Minêkar bû ku êmê berazan jî bixwe lê efendiyê wî destûr nedida. Li vir, birçî, di nava kincên qetiyayî û pînekirî de, bi awayekî pîs di nava berazan de rûdinişt. Piştî demeke dirêj cara pêşî bû ku li mala xwe fikirî.

Fikirî û got: "Min ehmeqî kir! Xwezî min dev ji mala xwe berneda! Xebatkarekî ji rêzê ku ji bavê min re dixebite, jiyana wî ji ya min çêtir e."

Gihîşt biryareke wisa: "Ez zanim bê ez ê çibikim. Ez ê herim malê. Bêguman wê bavê min êdî weke kurekî xwe li min nenêre. Mafekî min î ku ez tiştekî wisa jê hêvî bikim jî tuneye. Bavê min êdî min di ser kesî re nagire. Lê belkî dilê wî bi min bişewite û min li cem xwe bişixulîne." Rêya malê bi wî weke ku wê qet neqede dihat. Lê di dawiya dawî de mala bavê xwe ji dûr ve dît. Zilamê ciwan sekinî. Te digot qey hêza wî nemaye ku bimeşe. Li xwe ne ewle bû ku derkeve pêş bavê xwe.

Ji nişka ve dît ku zilamek ber bi wî ve baz dide. Ji bo bizanibe bê kî ye çavên xwe miç kirin. Yê dihat bavê wî bû!

Zilamê yextiyar destê xwe li ba dikir û ji kêfan re hin tişt digotin. Lawik bawer nedikir ku bavê wî ji ber ew dîsa dîtiye kêfxweş e! Ma gelo bavê wî jê aciz nebibû? Hîn jî ji wî hez dikir gelo?

Bavê wî ew kişand ber bi xwe ve, hembêz kir û ew maçî kir. Piştre çûn ber bi malê ve. Li malê, ji xizmetkaran re wisa got:

"Kincên herî xweşik jê re bînin. Dermaleyê herî baş serjê bikin, em bixwin û kêf bikin. Ji ber ku ew miribû, vaye vegeriya malê; winda bibû, vaye hat dîtin!"

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Îsa ji Ferisiyan re kîjan mesele got?

  2. Dersa me ji vê meseleyê stend çi ye?

  3. Bav û kurê di vê şibandinê de kê tîne bîra mirov?

74. Meseleya Kurê Winda00:00 / 06:59