
Meseleya Mîha Winda
Pirtûka Pîroz, Lûqa, beşa 15. Ayetên 3-7.
Rojekê Îsa, ji zaneyên olî û Ferîsiyan re ev çîrok got: Şivanekî ku her dem pir li mîhên xwe miqate hebû. Sed mîhên wî hebûn, her roj ew kontrol dikirin bê gelo yên winda hene an na. Şivanekî baş bû. Ji mîhên xwe hez dikir û piştî ku ew li mêrgan diçêrandin dawiya rojê ji bo wan bi awayekî ewle bîne malê çi ji destên wî dihat dikir. Lê şevekê gava ew hejmartin, ferq kir ku not û neh mîh in.
Şivan careke din ew hejmartin, dîsa not û neh derketin! Mîhek kêm bû! Belkî di zinarekî de werbibû an jî gurekî ew xwaribû. Şivan biryar da ku çi bibe jî divê ew mîh bidîta. Careke din kêriyê xwe kontrol kir. Dît ku berxika deqek li ser bêvila wê ye kêm e.
Piştî şivan deriyê axoyê wan baş girt îcar derket ku li mîha xwe bigere.
Lê fikirî ku not û neh mîh wê tenê bimînin û ji ber vê jî aciz bû hinekî. Lê nikarîbû bisekine ji ber dibû ku mîha winda aniha talûkeyeke xedar bihata serê wê.
Pir tirs ketibû dilê wî, bi bayê bezê baz da! Gava hat gîha çiya ji betilbûna dikir bimira. Lê divê lê geriyaba. Caracaran disekinî û bi dengekî bilind bang li berxikê xwe yê biçûk dikir an jî bi hêviya ku dengê banandina mîhê bê wî li derdorê guhdar dikir lê tenê dengê wî bi xwe lê vedigeriya.
Hêvî dikir ku di zinar de wernebûbe! Şivan bi latan ve hilkişiya û bi dehan caran bang mîha xwe kir.
Ji nişka ve dengê banandina mîhekê hat wî. Dilê şivan xurt lê da. Mîha wî hîn sax bû!
"“Îsa ev mesele ji wan re got: «Kî ji we, ku sed miyên wî hebin û yek ji wan winda bibe, her not û nehên din li çolê nahêle û naçe li ya windabûyî nagere, heta ku wê bibîne?“Û gava ew wê bibîne, bi şahî wê datîne ser milê xwe” Ez ji we re dibêjim, wisa jî li ezmên, ji bo gunehkarekî ku tobe kiriye, ji not û neh rastên ku ne hewcedarê tobekirinê ne, wê bêtir bibe şahî.”
Baz da ber bi aliyê deng ve. Ha li wir bû! Mîha wî di cihekî teng yê zinarekî de awiqî bû. Awiqî bû û nikarîbû hereket bikira.
Şivan bi hêviya ku rêyekê bibîne û xwe bigihîne mîhê li derdora zinêr dinêrî.
Biryar da fikirî û di dilê xwe de got, "Ev bi talûke ye lê mimkun e."
Şivan daket rahişt mîha xwe avêt ser konkolînka xwe û bi baldarî hilkişiya. Pir kêfa wî dihat! Ji ber mîh jî xelas bibû weke ku kêfa wê jî dihat. Xwe li stûyê şivan pêçabû.
Îsa gotinên xwe wisa bi dawî kirin: "Ha Xweda jî bi vî awayî li kesên ku jê dûr ketine digere. Ez vê ji we re bibêjim, bi heman awayî, li bihuştê ji bo kesekî gunehkar yê ku tobe kiriye, wê ji not û neh kesên ku pêdiviya wan bi tobeyê tune
zêdetir kêfxweş bibe."
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsÎsa ji Ferisîyan re qala kîjan şibandinê kir?
Derbarê vê şibandinê de herî pir çi tê bîra we?
Tobe çi ye?