Îsa li Beytanyayê ye

Îsa li Beytanyayê ye

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 10. Ayetên 38-42.

Her gava ku Îsa dihat Kudsê, serdanek dida gundê biçûk yê bi navê Beytanya ku bi çend kîlometreyan dûrî bajêr bû. Li wir li mala Meryem, Marta û birayê wan Lazar dima. Ew, dost û alîgirên Îsa bûn.

Rojekê Îsa weke her carê hat serdana wan. Meryem rûniştibû û li gotinên Wî guhdar dikirin. Marta jî xwarin çêdikir. Pir karê Martayê hebû ku bike, piştî kêliyeke din hat cem Îsa û bi awayekî acizbûyî wisa got: "Ya Reb, ma tu nabêjî çi ji bo ku xwişka min di karê xizmetê de alîkariya min nake û min tenê dihêle? Ka jê re bêje bila alî min bike!"

Lê Îsa bi hêdîka erza wê hinekî şikenand û wisa got: "Marta, Marta! Tu xema gelek tiştan dixwî û diltirsî dibî. Lê ya rastî tenê tiştekî pêwîst heye. Meryem ya baş hilbijart û wê ev tişt ji wê neyê stendin."

Îsa dixwest çi bêje? Dixwest Marta û yên din hînî tişta herî giring bike û bala wan bide ser wê. Têrkirina giyan ji ya laş û bedenê giringtir e. Meryem bi vê zanîbû lê Marta nizanîbû. Dawiya hewldanên me yên li ser rûyê dinyayê hene lê jiyana bêdawî ya ku Îsa ji me re avakiriye, heta hetayê ye. Ev ji bo me ya herî baş e. Ev

nayê wê wateyê ku em ê jiyana xwe ya rojane îhmal bikin. Armamc û berpirsiyariya her kesî heye. Lê divê weke ku di Marta de xuya dibe, ev pirsgirêkên rojane rê li ber mezinbûna me ya giyanî negirin. Wê kêliyê ji axaftina Reb bêtir, xwarin li ser bala Merta bû.

Û gava ew bi riya xwe ve diçûn, Îsa ket gundekî. Û jineke ku navê wê Merta bû, ew qebûl kir mala xwe. Xwişkeke wê jî hebû ku navê wê Meryem bû. Ew jî li ber lingên Xudan rûniştibû û guhê xwe dida gotina wî.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Îsa li Kudsê bi piranî li kuderê dima?

  2. Gava Marta xwarin çêdikir, çi ji bîr kir?

  3. Îsa çima ji Meryem re negot alîkariya xwuşka xwe bike?

72. Îsa li Beytanyayê ye00:00 / 02:46