
Meseleya Samîreyiyê Baş
Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 10. Auetên 25-37.
“Îcar Şerîetzanek rabû, ji bo ku Îsa biceribîne got: «Mamoste, ma ez çi bikim, da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?» Îsa lê vegerand û got: «Ma di Şerîetê de çi nivîsî ye?» Wî lê vegerand û got: «‹Bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû hêza xwe û bi hemû hişê xwe ji Xudan, Xwedayê xwe hez bike› û ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.› » Îsa lê vegerand û got: «Te rast got, de îcar wisa bike, tê bijî.» Lê wî xwest xwe rûspî derxe û ji Îsa re got: «Ma cîranê min kî ye?»
Rojekê zilamekî ku pir bi Qanûna Pîroz zanîbû hat cem Îsa. Wê demê ji kesên wisa re digotin 'Pisporê Qanûna Pîroz.' Ji bo pirsekê ji Îsa bike hatibû, ne ji bo ku ketibû taya giyanê xwe hatibû. Tenê dixwest Îsa biceribîne.
Pisporê Qanûna Pîroz wisa fikirî: "Eger Îsa pirsê bibersivîne, teqez ez ê xeteya Wî nîşanî Wî bidim."
Xwe hinekî li Îsa qure kir û got: "Rêzdar, ji bo ez ji Xweda jiyana bêdawî bi dest bixim divê ez çi bikim?"
Îsa weke bersiv,
got: "Di Qanûna Pîroz de çi hatiye nivîsandin?"
Pisporê Qanûna Pîroz yê qure wisa bersiv da pirsê:
"Di Qanûna Pîroz de hatiye nivîsandin ku divê em bi dil û can ji Rebê xwe, bi hemû canê xwe jê hez bikin û cîranê xwe jî weke em ji xwe hez dikin, jê hez bikin."
Îsa bersiva wî pejirand û wisa got: "Te rast bersiv da. Vê bike tu yê bigihêje jiyana bêdawî."
Pisporê Qanûna Pîroz hinekî aciz bû û bi ecele wisa bersiv da:
"Belê ez vê zanim. Baş e îcar divê ez kê cîranê xwe yê herî nêz bihesibînim?"
Îsa got: "Ez ji te re meseleyekê bibêjim."
Zilamekî rêwî ji Orşelîmê diçû Erîhayê. Rêya wî ket cihekî xalî. Ev der bi talûke bû ji ber ku keleşan li ser vê rêyê kemîn datanîn. Gava keleşan zilam ferq kirin, ji cihê ku kemîn lê danîbûn derketin û êrîşî zilam kirin. Ew şelandin û dev jê
berdan. Zilam nîvmirî li qiraxa rê hiştibûn û çûbûn.
Bi awayekî lihevhatî di wê rêyê de kahînek derbas dibû. Gava zilamê birîndar dît, çû aliyê din ê rê û lê nesekinî. Nexwest alîkariya wî bike.
Piştî demeke din Leviyeyîkî ku li perestgehê xizmet dikir, gihîşt wir û gava zilam dît ew jî weke yê din lê nesekinî.
Li ser wê rêyê zilamekî din li kera xwe siwar bibû û diçû. Ew ne kahînek bû û ne jî Leviyeyek bû. Ne cihû jî bû. Samîriyeyîkî li Samîriyê dijiya. Piraniya Îsraîliyan Samiriyeyî biçûk didîtin ji ber ku şiklê hebandina wan a Xweda xelet didîtin. Ji ber vê dibû ku vî zilamê Samîriyeyî jî alîkariya wî nekira. Lêbelê gava zilamê birîndar dît, dilê wî pê şewitî. Birînên wî pêçan. Piştre ew li kera xwe siwar kir û ew bir xanê û bi wî daket. Heqê odeya wî da xanger û wê şevê ew di odeya wî de bi cih kir.
Sibeha din berî biçe, Samîriyeyî pere dan xanger û wisa got: "Bila haya te ji wî birîndarî hebe. Eger ji van zêdetir xerc kir, li vegerê ez ê heqê wî bidim te."
Îsa pirsî û got: "Li gorî te ji van her sê kesan kîjanî jê ew zilamê ku ket nav destê keleşan weke cîranê xwe lê nêrî?"
Bersiva vê pirsê hêsan bû. Pisporê Qanûnê got: "Bêguman ew kesê ku dilê wî pê şewitî."
Îsa bersiva wî pejirand û got: "Weke te ye. Here, tu jî wisa bike!"
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsKê ji Îsa pirs kir? Çi pirsî?
Îsa kîjan mesele got?
Hûn dikarin kê weke cîranê xwe bibînin?