Îsa li ser Avê Dimeşe

Îsa li ser Avê Dimeşe

Pirtûka Pîroz, Marqos, Beşa 6. Ayetên 45-56.

şevê xwendekar di qeyikekê de li ser Gola Celîleyê bûn. Îsa ne bi wan re bû. Li serê çiya bi tena serê xwe dua dikirin. Ev saetek çêbibû ku xwendekaran bêrik dikişandin. Teqil avê diketin ji ber ku bayekî pir xurt rabibû. Qeyik ji ber pêlan dihejiya û divê ber bi Kefernahûmê ve biçûna. Rewş her ku diçû xerabtir dibû lê divê ber bi rêya xwe ve biçûna ji ber ku Îsa ji wan re gotibû herin aliyê din yê

beravê. Wî soz dabû wan ku wê piştre bê cem wan.

Xwendekaran ji bo xwe bigihînin beravê pir hewl dan lê ji ber ku ba ji aliyê diçûnê ve dihat, nedikarîn. Bahoz pir xurt bû û ji ber vê bi rêya xwe de pir zor diçûn.

Ji nişka ve xwendekaran ferq kir ku li ser avê şewqek nêzî qeyika wan dibe. Her ku nêzî wan bû ferq kirin ku mirovek e. Heta hin xwendekar ji tirsan kirin hawar. Şiklê mirovekî li ser avê dimeşiya! Lê ev tiştekî nepêkan bû!

Ev xeyaletek bû? Tiştekî derxwezayî bû? Ev tiştê ku weke xeyaletekî ber bi wan ve dihat û nêzî wan dibû, tê dernexistin bê kî bû!

Lê aniha bi awayekî eşkere didîtin. Ji ber ba xurt bû û nedihişt dengê wan here hev, Wî bang kir. Bi vî awayî dengê Wî ji dûr ve dihat bihîstin.

Wî got: "Netirsin! Ez im!"

Ev, mamosteyê wan Îsa bû! Di cih de dengê Wî nas kirin, bêhna wan hat ber wan. Sekinîn ku nêzî qeyikê bibe. Lê yekî di nava wan de sebir nekir ku bisekine. Petrûs yekî bêsebir bû. Wekî din jî ewqasî ji Îsa hezdikir, ber di Wî de baz da û xwest pêşî ew silavê li Wî bike. Lê tiştekî nepêkan bû ku li ser avê bimeşe.

Petrûs wisa fikirî: "Çima nebe? Eger Îsa li ser avê bimeşe ez ê jî karibim bimeşim! Helbet ne bi tena serê xwe, bi alîkariya Wî."

Gava ev fikir di serê wî re derbas bû, qeriya û got: "Rêzdar, heke Tu bî, fermanê bide ku ez li ser avê bimeşim û bêm cem Te!"

Îsa bersiv dayê û got: "Were!"

Petrûs hat qiraxa qeyikê û lingê xwe danî ser avê. Weke ku cihekî saxlem be sekinî. Piştre lingê xwe yê din jî danî ser avê û ber bi Îsa ve meşiya.

Li ser avê dimeşiya! Her ku diçû nêzî Îsa dibû.

Ji nişka ve Petrûs dît ku pêleke pir mezin bi ser wî ve tê. Av û kef xwe li binguhê wî xistin. Vê yekê ew tirsand. Petrûs êdî li Îsa nedinêrî, tirs pê re çêbibû. Tekane tişta didît pêla ku nêzî wî dibû. Weke çawa li qiraxa qeyikê pê li cihekî rast kir, gelo wê karîbûya pê li vê teqleyê jî bikira? Wê kêliyê binav bû û,

qêriya û got: "Reb, min xelas bike!"

Îsa li wir bû. Destê xwe dirêj kir û Petrûsê dikire ku bifetise zeft kir.

Wisa got: "Baweriya te kêm e! Te çima guman kir?"

Tişta ku Petrûs xelas kir ne baweriya wî bû. Yê ku ew xelas kir

Îsayê Mesîh, Kurê Xweda bû."

Di vê navberê de xwendekarên din jî bi qeyikê hatin ber bi wan ve. Îsa û Petrûs li qeyikê siwar bûn. Bi awayekî ecêb wê kêliyê ba sekinî. Qeyik hêdî bi hedî çû bi rêya xwe ve.

Tiştên ku qewimîbûn bandor li xwendekaran kiribû. Nêzî Îsa bûn û weke ku qralek e bi rêzdarî li ber Wî xwe tewandin.

Gotin: "Îsa tu bi rastî jî Kurê Xweda yî!"

Heke Îsa alîkariya wan nekira, wê hemû bimiriyana. Wê şevê tişta ku xwendekaran fêhm kiribû ev bû..

Pirsên ji bo gotûbêjê

4 pirs
  1. Xwendekar bi şev li kuderê çûbûn bi nav avê de? Îsa çima ne bi wan re bû?

  2. Li golê çi bû? Gava xwendekar diçûn bi rêya xwe de tişta ew pir tirsandin çi bû?

  3. Reb çawa li ser avê meşiya?

  4. Petrûs çima ji nişka ve binav bû?

70. Îsa li ser Avê Dimeşe00:00 / 05:25