Îsa Pênc Hezar Kesan Têr Dike

Îsa Pênc Hezar Kesan Têr Dike

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 9. Ayetên 10-17.

Îsa ji sibehê û heta êvarî bi gel re peyivî. Tevlî jin o zarokan, kesên li Wî guhdar dikirin nêzî pênc hezar kesan bû. Îsa ne tenê peyivî, çi nexweşên hat cem Wî ew baş kirin.

Berî roj here ava, xwendekaran ji Îsa re got: "Mamoste, divê mirov tiştekî têxin ber dilê xwe."

Îsa beşişî û got: "Hûn xwarinê bidin wan!"

Filîpos wisa got: "Lê em ê têra evqas mirovan xwarinê ji kuderê bînin? Tenê pênc nanên me yên semonî û du masiyên me hene. Em li cihekî xalî ne. Û ya din jî pereyên me jî tunene."

Îsa ji xwendekarên xwe re got: "Nan û masiyan bînin ji min re."

Îsa rahişt pênc nanan, spasiya Xweda kir û ji Wî xwest ku bi bereket bike. Piştre ev nan perçe kirin û xistin selikên xwendekaran. Masî jî wisa kirin û parve kir.

Xwendekaran ji vê dîtinê bawer nekirin. Tişta didîtin ecêb bû. Tenê dikarîbûn nan û masiyên ku di selika pêşî de bûn bi wate bikirina. Lê aniha hemû selik bi xwarinê tije bûn! Xwendekran nan û masî li mirovên li ser gîha rûniştibûn û bibûn beş bi beş, belav kirin. Di selikan de hîn jî xwarin ku ji ber wan mabû. Ev têra her kesî dikir! Her kesî têr xwar.

Îsa mirovekî çawa bû? Ev hêza ku van karên wisa ecêb bike, ji kuderê bi dest xistibû?

Îsa ji xwendekarên xwe re wisa got: "Herin xwarina ji ber wan maye bidin hev. Divê gepek jî dêris nebe!"

Gava xwendekar vegeriyan, her yekî ji wan selika tije anîbûn. Mirovan hemû xwarina xwe nexwaribûn ji ber ku têr bibûn. Ji xwarina ku pêşî di destê wan de bû zêdetir jî çêbibû!

Mûcîzeya ku mirovan dîtibû bi wan ecêb hatibû.

Wan wisa gotin: "Bê guman, ev kes ew pêxemberê ku mirov li bendî bûn."

Mixabin di nava pênc hezar kesan de kesên ku tiştên Îsa dikirin û fêhm nedikirin jî hebûn. Tişta difikirîn ev bû: "Eger Îsa bi rehetî xwarinê pêde bike naxwe êdî ne hewce ye em pir bixebitin. Em Wî ji xwe re bikin Qral. Bila ew jî bi hemû pêwistiyên me dakeve."

Îsa zanîbû ku arezûyên wisa yên hin mirovan hene lê sedema hatina Wî ya dinyayê ne ew bû ku ji wan re bibe qral. Ji ber vê Îsa di cih de ji wir bi dûr ket. Ji bo bi tena serê xwe duayan bike, ji mirovan dûr ket û çû serê çiya.

Ev mirov jî li malên xwe belav bûn. Ji ber ku Îsa tiştên wan dixwestin neda wan, hin ji wan hêvîşkestî bûn.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Mirov ji bo çi hatin cem Îsa?

  2. Reb ji bo nîşan bide ku xwediyê rêvebirina her tiştî ye, çi kir?

  3. Piştî ku mirovan mûcîze dît, li ser Îsa çi fikirîn û xwestin Wî bikin çi?

69. Îsa Pênc Hezar Kesan Têr Dike00:00 / 03:54