WELATÊ SOZDAYÎ

WELATÊ SOZDAYÎ

Pirtûka Pîroz, Destpêk, beş 12, ayetên 1-9

Reb ji avram re wisa got: "Tu dev ji welat, gelê xwe û mala bavê xwe berde. Here wî welatê ku ez ê nîşanî te bidim.

Gelek zarokên kurên Nûh çêbûbûn. Neviyên wan jî li ser rûyê erdê belav bûbûn. Gelo ev mirov adil bûn, an jî hatibûne lanetkirin? Gelekan ji wan Xwedayê rastîn ji bîr kiribûn ji ber ku wan Ew fam nekiribûn. Wan ji xwe re peykerên mezin û biçûk ên pût û saneman çêkiribûn. Wan pût ji textan an jî ji neqirandina keviran çêkiribûn. Mirovan li her derê pût daçikandin, wan xwe li ber pûtan dadiçemand

û ji wan re dua dikirin. Wan wisa digot: "Ev xwedavendên me ne, wan em afirandine, ji me re xwarinê dabîn dikin." Gelek mirov bi salan bûn êsîrê pût û saneman. Mirov li pûtan peresîne lê ne li Xweda. Ji bo ku piştgiriya pûtan werbigirin peykerên wan ji zêr an zîv çêkirine. Xweda dît ku mirov pûtan dihebînin û rûyê xwe jê vedane gelekî bi hêrs bû. Lê Wî ew ji holê ranekirin, ji ber ku rojekê Xelaskerek wê bihata cîhanê û Ew ê di ber gunehên mirovan de bimiriya. Piştre

Xweda wisa got: "Ez ê yekî ji xwe re hilbijêrim û Ez ê wî fêrî hezkirina xwe bikim û ji Min re xizmetê bike. Ew ê bibe bavê neteweyekî mezin, Xelaskerê hemû kesî wê ji vî gelî derkeve." Reb ji Avram re wisa got: "Tu dev ji welat, gelê xwe û mala bavê xwe berde. Here wî welatê ku ez ê nîşanî te bidim." Avram û hevjîna xwe Sara dest bi rêwîtiyeke dirêj û zehmet kirin. Biraziyê Avram Lût jî bi wan re hat. Xweda rêberiya Avram kir ku here welatê Kenanê.

Li wê derê Avram dîsa dengê Xweda bihîst û bi zelalî wisa got: "Axa ku ez ê bidim neviyên te ev der e." Avram ji ber vê kêfxweş bû. Ew fikirî ku di dawiyê de gihîştiye

cihê ku jê hatiye xwestin. Wî got, "Jixwe cihê ku min dixwest herimê Kenan e!" Piştre Avram qurbanîgehek ava kir, ji Xweda re qurbaniyek derpêş kir. Lêbelê gotinên Xweda yên li ser dundeyê, ji bo Avram ne xwedî tu wateyê bûn, ji ber ku zarokên Avram û Saraîyê nebûn. Lê Avram di jîyana xwe de bawerî bi Xweda anî.

Xweda çend caran ji Avram re wisa axivî: "Ez ê te pîroz bikim û ez ê te biparêzim. Tu kes wê nikaribe ziyanê bide te." Xweda ji Avram razî bû û Wî ew weke hevalê xwe dihesiband.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Piraniya mirovan bi çi bawer dikirin û dihebandin û jê re xizmet dikirin?

  2. Navê wî zilamê ku Xweda weke dostê xwe didît çi bû?

  3. Xweda soza çi da Avram?

6. WELATÊ SOZDAYÎ00:00 / 04:07