Bahoza di Golê de

Bahoza di Golê de

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 8. Ayetên 22-25.

Rojekê ji rojan ew bi şagirtên xwe ve ket qeyikekê û ji wan re got: «Werin, em herin aliyê din ê golê.» Û bi rê ketin. Gava ew bi qeyikê diçûn, ew bi xew ve çû. Hingê bagerek li golê rabû, av diket qeyikê û ew ketin talûkê. Û şagirt nêzîkî wî bûn, ew hişyar kirin û gotin: «Wa Hosta, wa Hosta, em helak dibin!» Ew jî rabû û li ba û pêlên avê hilat. Êdî bager rawesta û dinya bê deng bû. Hingê wî ji wan re got: «Kanî baweriya we?»

Şevekê Îsa, li ber Gola Celîleyê ji bo li Wî guhdar bikin gel perwerde dikir. Gava xelaskir, ji xwendekarên xwe re got: "Em herin aliyê din ê golê."

Xwendekaran qeyik amade kirin, bi Îsa re li qeyikê siwar bûn û çûn bi nav golê de.

Rojeke dirêj bû, Îsa pir westiya bû, ji bo bêhna xwe vede ket xewê. Ji nişka ve bahozeke mezin rabû. Ev rewş tiştekî ku her dem di Gola Celîlayê de diqewimî. Pêlan pir bi xurt xwe li qeyikê dixistin, hindik mabûn binav bibûna. Di nava talûkeyeke mezin de bûn. Xwendekaran bi tirs Îsa şiyar kirin û gotin: "Rêzdarê me, em ê bifetisin!"

Îsa ji xewê rabû ser xwe. Pêlên mezin dibûn dîtin, dengê ba bihîst. Ji ber pêlên golê hîs kir ku qeyik dihejije. Ferman da û ji bahozê re got: "Bêdeng bibe! Bisekine!"

Bahoz ji nişka ve sekinî û her der kete nava bêdengiyê. Ev mûcîzeyek bû! Xwendekaran zanîbû ku bahoz ji nişka ve nasekine û pêl hêdî bi hêdî kêm dibin û diçin. Lê vê carê gol ji nişka ve sekinî bû! Xwendekaran tiştekî wisa berî niha tu carî nedîtibûn. Reb, got: "Hûn çima evqasî tirsiyan? Kanî baweriya we?"

Xwendekaran di nava tirs û matmayînê de ji hev re gotin: "Ev zilam kî ye ku fermanê dide ba û avê jî û ew jî bi ya Wî dikin!" Tiştekî ku bi baweriyê hatibû pejirandin, fêhm nedikirin. Tişta ku fêhm dikirin, ew bû ku mamosteyên wan di heman demê de Kurê Xweda yê bi şiyan bû.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Reb Îsa di dema bahozê de çima radiket?

  2. Xwendekar çima pir tirsiyan? Çi ji bîr kirin?

  3. Gava Reb bahoz sekinand, xwendekaran çi hîs kirin?

68. Bahoza di Golê de00:00 / 04:11