
Îsa Qîza Yayîros ji Mirinê Radike
Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 8. Ayetên 41, 42, 49-56.
...serwerekî kinîştê hat, ku navê wî Yayîros bû. Wî xwe avêt ber lingên Îsa û jê lava kir, ku ew pê re here mala wî. Çimkî keçeke wî ya yekta hebû ku nêzîkî duwazdeh salî bû û li ber mirinê bû... Hê Îsa dipeyivî, yek ji mala serdarê kinîştê hat û got: «Keça te mir. Êdî mamoste newestîne.» Gava Îsa ev bihîst, lê vegerand û got:
«Netirse, tenê bawer bike, keçik wê qenc bibe!»
Yayîros di temamê jiyana xwe de qet mecbûr nemabû ku pir baz bide. Ew, yek ji rêvebirên kenîşteyê bû (kenîşte, ew cih bû ku cihû li vir dihatin ser hev û baweriya xwe dikirin). Hin tişt hebûn ku kesên di meqamên bilind de ev tişt nedikirin, bazdan yek ji van bû. Lê aniha meseleya man û nemanê bû. Keçika wî li ber mirinê bû. Hîn duwazdeh salî bû. Yayîros pir ji keçika xwe hez dikir, her roj didît ku rewşa keçika wî ne baştir dibe. Tam wan rojan Îsa û xwendekarên xwe hatin bajêr, Yayîros biryar da ku ji Îsa alîkariyê bixwaze. Çûm cem Îsa û xwe avêt lingê Wî û ji neçarî wisa jê rîca kir: "Rêzdar, keçika min kirî bimire. Ez dexîlê Te me were wê baş bike! Berî dereng bikeve, ecele bike, ez rîca dikim!"
Îsa bersiv dayê û got: "Em herin. Tu bide pêşiya min, ez ê bidim dû te." Lê ji ber qelebalixê nikarîbûn ecele bikin, ji ber wê zû nediçûn. Yayîros di nava qelebalixê de bi diltirsî dimeşiya. Lê ji nişka ve dît ku xizmetkarê wî ber di wî ve baz dide. Xizmetkar got: "Edî mamoste aciz meke, keçika te mir."
Hindik mabû dilê Yayîros bisekiniya. Her tişt qediya bû. Keçika wî ya ku pir jê hez dikir, miribû! Her tişt bêmane bibû. Yayîros sar sekinî, mahdê wî qulipî.
Dengê xizmetkar hat Îsa. Destên xwe danî ser milên Yayîros û got: "Netirse wê keçika te xelas bibe."
Rêvebirê kenîşteyê nizanîbû wê ji çi bawer bike. Ji ber nûçeya nexweş bi zor û heft beleyan meşiya heta malê.
Îsa jî da dû wî û çûn.
Gava diçûn malê, dît ku mirov digirîn û li xwe dixin. Îsa, got: "Negirîn! Keçik nemiriye, ketiye xew!"
Gava mirovan ev bihîst pê keniyan. Jê bawer bûn ku zarok miriye. Çawa çêdibû ku tiştekî wisa eletewş bibêje? Îsa hemû derxistin. Bang dê û bav, xwendekarên xwe Petrûs, Aqûb û Yûhenna kir û çûn odeya ku keçik lê raketibû. Reb bi destên keçikê girt û got: "Keçika min, rabe ser xwe!"
Keçikê ji nişka ve hilmeke kûr kişand û çavên xwe vekirin. Xwîn bi canê wê ve hat û rabû ser xwe.
Dê û bav ji tişta bi çavên serê xwe didîtin bawer nedikirin. Keçika wan sax bû! Pir bextewar bûn! Reb wisa got: "Tiştekî xwarinê bidin keçikê, divê dîsa bi ser xwe ve were."
Piştre rabû ser xwe, berî ji wir derkeve li keçikê nêrî û beşişî. Xwendekarên ku şaşomaşo bibûn piştî kêliyekê bi ser xwe ve hatin û fêhm kirin bê çi dibû. Ji malika ku bextewar bibûn derketin û dan dû Îsa.
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsNavê rêvebirê kenîşteyê çi bû?
Çi bi wî hat?
Kîjan xwendekar bûn şahidê mûcîzeya ku keçika Yayîros ji mirinê rabû?