Îsa Kurê Jinikeke Bî ji Mirinê Radike

Îsa Kurê Jinikeke Bî ji Mirinê Radike

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 7. Ayetên 11-16.

Gava ew nêzîkî dergehê bajêr dibû, miriyek ji bajêr derdixistin. Ew kurê diya xwe yê yekta bû û dê jî jinebî bû. Elaleteke mezin ji bajêr bi wê re bû. Gava Xudan dê dît, dilê wî pê şewitî û jê re got: «Negirî!» Ew nêzîkî darbestê bû, destê xwe lê da û yên ku ew hilgirtibûn, sekinîn. Wî got: «Xorto! Ez ji te re dibêjim, rabe ser xwe!» Û yê mirî rabû, rûnişt û dest pê kir, peyivî. Û Îsa ew da diya wî.

Îsa derket ser rêya bajarê Naînê yê bi Celîleyê ve girêdayî. Gelek mirov dan dû Wî. Gava gihîştin ber deriyê bajêr, her kesî dît ku cenazeyek li ser pişta mirovan e û ber bi wan ve tên. Rahiştibûn cenazeyê zilamekî û jinikeke pir xemgîn li dû wan dimeşiya. Gelek kesên bajêr ji bo sersaxî û li ber dilê wê bigerin, pê re dimeşiyan. Jinik bî bû û yê mirî jî kurê wê yê bitikîtenê bû.

Gava Îsa perîşanî û xemgîniya jinikê dît, dilê Wî pê şewitî, Got: "Negirî!"

Girseya cenazeyê sekinî, Îsa nêzî darbestê bû, dest da darbesta kurikê mirî,

Got: "Xorto, ji te re dibêjim, rabe!"

Mirî rabû ser xwe rûnişt û dest bi axaftinê kir. Mûcîzeyek çêbû! Îsa ew dîsa li dêya wî vegerand! Kêliyekê deng ji kesî nehat, her kes ketibû nava tirsekê. Lêbelê piştre her kes bi hev re û bi kêfxweşî qêriyan: "Ji nava me pêxemberekî mezin derket! Xweda, hat bi alîkariya gelê xwe ve!"

Gel Xwedayê Îsraîlê heband û Ew berz û bala kir. Nûçeya mûcîzeyê li hemû Cihûdayê belav bû.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Îsa hat kîjan bajarî?1. Îsa hat kîjan bajarî?

  2. Îsa li ber deriyê bajar kî dît?2. Îsa li ber deriyê bajar kî dît?

  3. Li Naîneyê çi bû? Gel bertekeke çawa da mûcîzeyê?

66. Îsa Kurê Jinikeke Bî ji Mirinê Radike00:00 / 02:38