Îsa Jineke Nexweş Baş Dike

Îsa Jineke Nexweş Baş Dike

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 8. Ayetên 42-48.

...Gava Îsa diçû, elalet bi ser wî de dizêriya. Û jineke ku ji duwanzdeh salan ve xwîn jê diçû û her tiştên ku wê abora xwe pê dikir jî, dabû hekîman û kesekî nikaribû wê qenc bike, ji pişt ve hat û destê xwe li rêşiyên kirasê Îsa da. Û di cih de xwîna ku jê diçû çikiya. Îsa ji wê re got: «Keça min, baweriya te tu qenc kirî. De îcar bi silamet here.»

Gava Îsa bi qeyikê vegeriya Kefernahûmê, girseyeke pir qelebalix li wir li benda Wî bû. Mirovan di nav kolanên teng ên bajar de dan dû Wî. Îsa bi zorê dimeşiya ji ber ku girseyê ji her alî ve Ew di nava xwe de diheciqand.

Ji nişka ve Reb sekinî, li xwe zîvirî û pirsî û got: "Kê destê xwe da kirasê min?"

Ferq kir ku di nava Wî de hêzek diçe û diherike. Xwendekar şaş man û wisa gotin:

"Mamoste! Tu dibînî ku mirov çiqasî qelebalix in û te di nava xwe de diheciqînin. Tu dîsa jî dibêjî: "Kê destên xwe da Min?"

Îsa bersiv neda wan lê dîsa jî li kesê ku destê xwe da Wî geriya.

Di nava kesên ku li dû Îsa diçûn de jineke nexweş hebû. Ev bibû duwazdeh sal ku ji aliyê gelek bijîşkan ve hatibû tedawî kirin. Çî wê hebû dabû bijîşkan lê dîsa jî tu dermanî ew baş nekiribû. Piştre bi mûcîzeyên Îsa hisiya bû û ji bo baş bibe hatibû cem Wî. Got çilo be min nabîne û nêzî Îsa bû û wisa fikirî: "Tenê ez destên xwe bidim kirasê Wî jî ez ê baş bibim." Jinikê zanîbû ku ew hêza Wî heye ku wê baş bike! Gava destên xwe da Kirasê Îsayê Mesîh, wê kêlîkê hîs kir ku baş bû.

Îsa teqez zanîbû bê kê dest Wî dayê. Lê hêvî dikir ku jinik ceger bike û vê yekê bi dengekî bilind bibêje. Di dawiya dawî de jinikê ev kir! Ji tirsan lerizî û derket bi pêş de, xwe avêt ber lingê Îsa û her tişt ji Wî re got. Bersiva ji Îsa girt mişt hezkirin bû. Wisa digot:

"Keçika min, baweriya te tu xelas kir. Bi kêfxweşî here!"

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Reb û xwendekarên xwe hatin kîjan bajarî?

  2. Jinika nexweş çi kir?

  3. Jinik çawa baş bû?

65. Îsa Jineke Nexweş Baş Dike00:00 / 02:03