Îsa Zilamekî Felcoyî Baş Dike

Îsa Zilamekî Felcoyî Baş Dike

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 5. Ayetên 17-25.

“Lê ji bo ku hûn bizanin desthilatiya Kurê Mirov heye ku li ser erdê li gunehan bibihûre», ji yê felcî re got: «Ez ji te re dibêjim, rabe nivînên xwe hilîne û here mala xwe.» Ew jî di cih de li pêş wan rabû ser xwe, rahişt wan nivînên ku ew di nav wan de bû, çû mala xwe û pesnê Xwedê da.”

Zilamekî ji hevalê xwe re got: "Ma qey te tiştek nebihîstiye? Zilamê şîfager, Îsa hat gundê me!"

Hevalê wî pirsî û got: "Ma qey hevalê me hat bîra te? Ew nikare bimeşe. Wê çawa here Îsa bibîne?"

Zilam got: "Naxwe weke ku divê ez wî bibim cem Îsa."

Van her du kesan, ji du kesên din jî alîkarî xwestin û pir derbas nebû çûn cem hevalê xwe yê felcoyî. Bi hev re hevalên xwe danîn ser doşekekê û di cih de çûn mala ku Îsa lê bû. Hewşa malê qelebalix bû lê dîsa jî gelek kesan dixwest ku li Îsa guhdar bikin û Wî ji nêz ve bibînin. Vê jî rê li ber digirt ku mirov nêz bibe! Nikarîbûn di nava qelebalixê re herin û xwe bigihînin Îsa.

Ji nişkê ve fikrek hat yekî ji wan û rûyê wî beşişî.

Qêriya û got: "Fikreke min heye! Em derkevin ser banê xênî!"

Hevalên wî gotin: "Te got ser ban? Tu dixwazî çi bibêjî?"

Wî jî wisa got: "Banê vî xanî ji kremîtan e. Em dikarin kremîtan rakin û hevalê xwe tevlî doşekê bi şerîtan berdin jêr."

Di cih de dest pê kirin. Yek ji wan çû ku malzeme û şerîtê bîne. Yên din hevalê xwe yî felcoyî bi derencê derxistin ser ban. Hinekî wext girt heta ku qulek li ser ban vekirin. Divê qul tam li ser cihê ku Îsa lê dima bûya. Hevalên wî yê felcoyî tevlî doşekê daxistin nîvê qelebalixê, ber lingê Îsa. Îsa bişirî, li zilamên ser ban û piştre

jî li zilamê felcoyî nêrî. Tiştekî ku ne li bendî bûn got: "Gunehên te hatin bexşandin."

Alimên olî û Ferisî yên li cem Îsa disekinîn, aciz bûn û wisa fikirîn: "Tenê Xweda dikare gunehan bibexşîne. Ev zilam xwe dike çi li ser serê me?"

Îsa zanîbû ku çi di serê wan re derbas dibe û wisa bang wan kir: "Kîjan jê rehet e 'Gunehên te hatin bexşandin' an jî 'Rabe ser xwe bimeşe?'"

Alimên olî fêhm kirin ku tenê Xweda dikare gunehan bibexşîne. Bi gotina bexşandina gunehên yê felcoyî re Îsa, îspat kiribû ku ne tenê mamosteyekî sincî ye, jê zêdetir û mezintir e.

Mirov wisa fikirîn: "Lêbelê kî dikare evqasî jê bawer be ku gunehên yê felcoyî hatine bexşandin? Eger bikaribe rehet bike, divê xwedî qabîliyetên derasayî be."

Îsa zanîbû bê ew çi difikirin. Wisa got:

"Gava we 'bexşandina gunehan' bihîst, divê we fêhm kiribe ku Xweda ne tenê hêza başkirinê daye min, rayedariya bexşandina gunehan jî daye min."

Piştre li zilamê felcoyî vegeriya û got: "Rabe, livînên xwe bide hev û here mala xwe."

Zilam di cih de rabû ser xwe, bi temamî baş bibû! Doşeka li ser û şerîtên pê ve dan hev, piştre jî di nava qelebalixa matmayî re derbas bû û çû. Zilam Îsa heband û Xweda mezin kir. Her kesî kêfxweşiya hevalên zilamê felcoyî didît, ji ser ban ve bibûn şahidê vê mûcîzeyê.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Em çawa dizanin ku hevalên zilamê felcoyî bawermend in? Çi kirin?

  2. Îsa ji zilamê nexweş re çi got? Gotinên Wî çima hiştin ku mirov matmayî bimînin?

  3. Zilamê ku baş bû, berî here malê spasiya xwe ji Îsa re kir?

64. Îsa Zilamekî Felcoyî Baş Dike00:00 / 04:37