Îsa Zilamekî Kotî Baş Dike

Îsa Zilamekî Kotî Baş Dike

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 5. Ayetên 12-14.

“Gava ku ew li nav bajarekî ji bajaran bû, li wir mirovek hebû ku bedena wî hemû kotî bû. Gava wî Îsa dît, xwe deverû avêt erdê, jê lava kir û got: «Wa Xudan, eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.» Îsa destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: «Ez dixwazim. Paqij bibe!» Û di cih de kotîbûn jê çû.”

Gava ku Îsa ji gel re xizmet dikir, pir rêwitî dikir. Gava ku diçû bajar û gundên ji hev cihê, gelek kesên nexweş dîtin, ew baş kirin. Wan deman li Filîstîna kevin nexweşiyeke yeman û pir pîs ku jê re kotîbûn digotin, belav bû. Nexweşiyeke çerm bû û mirov ji hev pê diketin.

Rojeke ji rojan, Îsa bi xwendekarên xwe re hat bajarekî Celîleyê. Li wir bi kesekî kotî re rast hat. Belengazo baz da cem Wî, xwe avêt ber lingê Wî û wisa jê lava kir: "Ya Reb, Tu bixwazî Tu dikarî min baş û pak bikî!"

Ew gelekî bi Îsa bawer bû!

Reb destê xwe da zilamê nexweş û got: "Ez dixwazim, pak bibe!" Ev yek ne tenê daxwaza Îsa bû, fermana Xweda bû. Ji Xweda pê ve tu kesî ceger nedikir tiştekî wisa bibêje!

Û mûcîze pêk hat, kotîbûn pak bû. Zilam pir kêfxweş bû ji ber ku laşê wî pir paqij bû. Bi temamî baş bû û li ber Îsa sekinî.

Reb ferman da ku behsa vê ji kesî re neke. Jê re got, here xwe pêş kahîn bike û ji bo tu ji her kesî re îspat bike ku tu ji kotîbûnê xelas bûye, çi qewlê nivîskî yên di Qanûnê de heye bila bike.

Lê zilam ew di nava xwe de nehiştin. Gel bi koman hatin ku li Îsa guhdar bikin û hatin ku xwe ji nexweşiyan paqij bikin.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Yê kotî bibû ji bo yên din çima bi talûke bû?

  2. Yê kotî, ji bo çi gava Îsa dît kêfxweş bû?

  3. Gava yê kotî baş bû Îsa çima nexwest ku vê ji kesên din re bibêje?

63. Îsa Zilamekî Kotî Baş Dike00:00 / 02:20