
Girtina Masiyan ya Mûcîzeyî
Pittûka Pîroz, Lûqa, Beşa 5. Ayetên 1-11.
Rojekê Îsa li ber Çemê Celîleyê dipeyivî. Gelek mirovan li Wî guhdar dikrin. Ji ber vê li kelekê siwar bû û hinekî ji beravê dûr ket. Bi vî awayî wê ji hundurê kelekê ve hîn kiribûna, wê her kesî ew bidîtiya û wê her kesî fêhm bikira bê li ser çi dipeyivî. Piştî ku waza xwe xelas kir Îsa ji Petrûs re wisa got:
"Vebin nêviyê golê, herin cihê kûr û ji bo hûn masiyan bigirin torên xwe bavêjin."
Petrûs pirsî û got: "Aniha? Em herin nêviyê golê?"
Petrûsê li tenişta Îsa û çend masîvanên din bi guman li Wî nêrîn.
Îsa yekî bi hikmet bû lê ne masîvan bû. Ya pêşî kes di nava rojê de naçê masiyan ji ber ku masî gava siya kelekê dibînin dibe ku birevin. Ya din jî tu kes di cihê ku av kûr e masiyan nagire, tor nagihê binê bîrê. Cihên nizm ên nêzî beravê ji bo girtina masiyan baştir e.
Di dawiya dawî de Petrûs wisa got: "Rêzdarê me, di seran serê şevê de me li ber xwe da lê me tiştek zeft nekir. Eger em ya rastî bibêjin di nêviyê golê de ez bawer nakim em tiştekî zeft bikin. Lê dîsa jî li ser gotina te ez ê toran bavêjim."
Yûhenna û Aqûb li kelekeke din siwar bûn û dan dû wan. Wan jî meraq dikir bê wê çi bibe. Piştî ku çûn nêviyê golê, Petrûs û Endrawîs bi meraqî li ava kûr bi baldarî dinêrîn. Ji nişkê ve masiyên weke zîvan li wan kom bûn. Masîvanan torên xwe avêtin avê, qiraxên toran li hev pêçan û kişandin. Hejmara masiyên ku girtibûn weke ku zêde bûn ji ber ku tor baş giran bibûn. Du zilaman tor nekişandin jor. Bang Aqûb û Yûhenna kirin ku alîkariya wan bikin.
"“Şîmûn lê vegerand û got: «Wa Hosta! Tevahiya şevê me kir û nekir, me tu tişt negirt. Lê li ser gotina te, ez ê toran bavêjim.» Gava wan wisa kir, wan ewqas masî girtin ku hindik mabû, torên wan bidirin.”"
Çar zilaman bi zor û heft belayan tor ji avê kişandin û vala kirin kelekê. Hingî ku masî hebûn, tor ji ber wan diqetiyan. Ev tiştekî bêhempa bû! Berî niha tu carî evqasî masî negirtibûn! Her kes şaşo maşo bibû ji ber masiyên ku hatibûn girtin. Şîmûn Petrûs, li ber Îsa çong veda û di nava tirsê de wisa got: "Ya Reb, ji min dûr bisekine, ez zilamakî gunehkar im. Ez heq nakim ku li tenişta te bisekinim!" Lê Îsa destê xwe danî ser milê Petrûs û wisa got: "Netirs Petrûs. Ji aniha û pêve li şûna masiyan tu yê mirovan bigirî!" Xwendekaran kelekên xwe anîn ber çem, girtina masiyan ji yên din re hiştin û dan dû Îsa..
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsLi ber Çemê Celîleyê mûcîzeyeke çawa çêbû?
Petrûs çima xwest ku Îsa jê dûr bisekine?
Îsa, soza çi da Petrûs?