Hevdîtina li Ser Bîrê

Hevdîtina li Ser Bîrê

Pirtûka Pîroz, Yûhenna, Beşa 4. Ayetên 4-29.

Ew hat bajarekî Sameryayê ku navê wî Sûxar bû. Bîra Aqûb li wê derê bû. Îsa wisa ji rêwîtiyê westayî li kêleka bîrê rûnişt. Wext nîvro bû. Jineke Samerî hat ku avê bikişîne. Îsa ji wê re got: Avê bide min ez vexwim.

Vê sahneyê bînin ber çavên xwe: Komeke rêwiyan li ber tava havînê dimeşin. Nêzî bajarê biçûk yê bi navê Siharê dibin û li ser bîra ku Aqûb berî bi sedan salan kola bû sekinîn. Em rêwiyan nas dikin: Îsa û xwendekarên xwe. Gava ku dema firavînê nêz bû Îsa xwendekarên xwe ji bo xwarinê şandin bajêr. Ew jî li ser bîrê ma.

Hema bêje nîvro bû, tav bilind bibû. Bi piranî di vê saetê de tu kes li derve xuya nedikir lê jinikek ji bajêr derketibû, rahiştibû cêrê avê û dihat ber bi bîrê ve. Jinikê nedixwest bi kesî re li ser bîrê hev bibîne. Ji bo avê bîne bi taybetî dema herî germ ya rojê hilbijartibû. Mirovên bajêr ew kêmî xwe didîtin ji ber ku tevgerên wê yên guneh hebûn.

Gava ku jinikê av ji bîrê dikişand, Îsa ji wê re got:

"Avê bide min, ez vexwim."

Jinik pir matmayî ma gava ku Ew bi wê re peyivî ji ber ku Ew Yahûdî bû. Wan deman têkiliya Yahûdiyan bi Samîriyaniyan re tunebû. Îsa bi jinikê re li ser tiştên herî girîng yên derbarê bawerî û Reb de bi awayekî rast, peyivî. Îsa got: "Xweda giyan e û kesên ku Wî dihebînin divê di Giyan û rastiyê de bihebînin."

Reb, diyar kiriye cihê ku em lê ji Xweda bawer dikin di rastiyê de ne girîng e. Li her cihî em dikarin ji Xweda re duaya bikin ji ber ku Xweda li her cihî ye. Jinikê bi baldarî lê guhdar kir û ji bo di gotinên Îsa de bigihêje bê di derbarê çi de ne, Giyanê Pîroz alîkarî kir. Ev demek çêbibû ku li rastiyê digeriya. Wisa got: "Ez dizanim ku ew Kesê mesih bûye wê bê. Gava ew bê wê her tiştî ji me re ragihîne.

Tişta ku divê em bikin, memnûnkirina Xweda ye."

Îsa wisa bersiv da: "Ez kesê bi te re dipeyivim, Ew e."

Edî jinikê bi rastiyê dizanîbû. Tişta ku tekane bikira, divê bawer bikira ku Ew Xelasker e."

Jinika Samîriyeyî pir bextewar bû! Ji bo vê nûçeyê bi her kesî re parve bike di cih de çû bajêr. Êdî ji kesên ku ew biçûk didîtin neditrsiya ji ber ku bi Xelaskerê ku ew ji hemû gunehan pak kiribû re hev dîtibûn. Jinikê bang gelê Siharê kir ji bo bên ser bîrê. Xwest bi zilamê ku digot Ez Mesîh im, wan bide naskirin. Her kes matmayî mabû û bazdan ser bîrê. Wan jî dixwest Mesîh bibînin.

Gelek kesên Samîriyeyî, bi naskirina jinikê re bawerî bi Xweda anîn. Gava ku Samîriyeyî hatin cem Îsa, li ber Wî geriyan ku Ew bi wan re bimîne. Du rojan ma, bi wan re peyivî. Bi gotinên Wî re gelek kesên din bawerî pê anîn. Ev bi kêfxweşiyê re ji jinikê re wisa raguhandin:

"Sedema baweriya me êdî ne gotinên te ne. Me bi xwe bihîst, em dizanin ku Ew bi rastî jî xelaskerê dinyayêye."

Pirsên ji bo gotûbêjê

4 pirs
  1. Bîra ku Îsa nêzî wê bû li kuderê bû?

  2. Ji bo avê bibe jinik çima di nîvro de hatibû?

  3. Îsa ji jinika Samîriyeyî re çi got?

  4. Jinik çima di cih de bi kêfxweşî vegeriya bajêr? Ji xelkê bajêr re çi got?

61. Hevdîtina li Ser Bîrê00:00 / 04:22