Serlêderê Şevê

Serlêderê Şevê

Pirtûka Pîroz, Yûhenna, Beşa 3. Ayetên 1-21.

Bi navê Nîkodêmos mirovek ji Fêrisiyan hebû ku serekekî Cihûyan bû. Ev mirov bi şev hat ba Îsa û jê re got: «Mamoste, em dizanin ku tu mamosteyekî ji ba Xwedê hatiyî, çimkî ew nîşanên ku tu çêdikî, eger Xwedê ne pê re be, tu kes nikare bike.» Îsa bersîva wî da û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim ku mirovek ji nû ve çênebe, ew nikare Padîşahiya Xwedê bibîne.» “Çimkî Xwedê wisa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe.

Di dema Cejna Derbasbûnê de Îsa gelek mûcîze kirin û gelek mirovan ji Wî bawer kirin. Kesên ku Ew weke Mesîh û Xelasker pejirandin bi piranî mirovên hejar bûn. Dewlemendan jî jê bawer nekirin û guman lê nêrîn.

Lebelê li Kudsê zilamek hebû ku bi rastî pêdiviya wî bi Reb hebû û dixwest Wî bi xwe bibîne.

Bi roj ceger nekiribû ku Îsa bibîne ji ber ku zilamekî ji ber xwe fedî dikir. Endamê Sanhedrînê (Lijneya Bilind) û Ferisiyek bû. Navê wî Nîkodîm bû.

Nedixwest serê wî bi tu kesî re têkeve belayê, ji ber vê bi şev hat, ket mala ku Îsa lê bû û wisa got:

"Mamoste, em dizanin ku tu mamosteyekî ji aliyê Xweda ve hatiye şandin. Ji ber ku Xweda ne bi kesekî re be tu kes nikare mûcîzeyên ku te kirine, bike."

Nîkodîm difikirî ku Îsa mamosteyekî pir mezin e lê nizanîbû ku Ew Kurê Xweda ye. Ji nişka ve Îsa got, kesekî ku ji nû ve çênebe nikare têkeve bin desthilatdariya Xweda.

Tiştekî pir zor bû Nîkodîm vê fêhm bike. Ji ber vê ji Îsa re wisa got:

"Mirovek çawa dikare ji nû ve çêbibe? Mirovekî yextiyar bûye çawa dikare dîsa li malzaroka dêya xwe vegere û ji nû ve çêbibe?"

Îsa got çêbûna ji nû ve tê wateya ku mirov ji Gîyan çêbibe. Lê Nîkodîm di vê wateyê de negihîşt, fêhmkirina vê ji bo wî pir zor bû. Ji ber vê Reb ji bo fêhm bike wisa rave kir: "Her kes gunehkar e û bi tena serê xwe nikare xwe ji gunehên xwe pak bike. Tenê Giyanê Pîroz dikare mirovan biguherîne û wan dikare bike mirovên baş."

Pêkhatina vê sêhrek e. Ji bo vê diyar bike Îsa ji Nîkodîm re wisa got: "Ba li kuderê bixwaze li wir radibe. Dengê wî tê we lê ji kuderê tê û wê here bi kuderê ve hûn nizanin. Ha kesên bi Giyan re çêdibin jî wisa ye."

Lêbelê hîn jî Nîkodîm fêhm nekiribû bê Îsa dixwaze çi bibêje. Qêriya û got: "Ev çawa çê dibe?"

Îsa jê re rave kir û got, tekane rêya ku ji gunehan pak bibe bawerkirina ji Kurê Xweda ye. Xweda, Kurê xwe ji bo ku di ber mirovan de bimire şandibû. Wekî din Îsa ev jî diyar kiribû:

"Xweda, ne ji bo ku Kurê Wî dinyayê bidarizîne şandibû, ji bo ku dinya bi alîkariya Wî rizgar bibe, şandibû."

Piştî demekê Nîkodîm bawerî bi Îsa anî û ji Giyan welidî. Ji ber ku ji Kurê Xweda bawer kir, şerm nekir. Ev ji mirovan neveşart. Gava ku hin kes li hemberî Îsa derketin, Nîkodîm Ew parast.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Nîkodîm çima xwest ku rûbirû Îsa bibîne?

  2. Mirov çawa dikare xwe têxe bin desthilatdariya Xweda?

  3. Xweda, ji bo çi Kurê xwe şand dinyayê?

60. Serlêderê Şevê00:00 / 03:55