Paqijkirina Perestgehê

Paqijkirina Perestgehê

Pirtûka Pîroz, Yûhenna, Beşa 2. Ayetên 13-17.

Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk bû û Îsa hilkişiya Orşelîmê. Di Perestgehê de wî ew kesên ku dewar, mî û kevok difirotin û serafkerên rûniştî dîtin. Îcar wî ji benan qamçiyek çêkir, ew hemû û dewar û mî jî, ji Perestgehê derxistin; perên pereguhêran rijandin û maseyên wan gêr kirin. Wî ji kevokfiroşan re got: Van ji vê derê rakin! Êdî mala Bavê min nekin bazargeh!

Îsa, xwendekarên Wî, xwuşk û birayên Wî û Meryem bi hev re çûn Kefernahûmê û li wir man. Kefernahûm, yek ji wan lîmanên biçûk ya li berava Gola Celîleyê bû. Piştî ku Îsa çend rojan li Kefernahûmê derbas kirin, hat Kudsê ji ber ku Cejna Derbasbûnê ya Yahûdiyan, nêz bû.

Hewşa perestgehê bi însanan tije bû. Li perestgehê ne tenê mirovên ku hatibûn dua bikin û qurbanan serjê bikin, hebûn. Kesên ku ji bo bazirganiyê hatibûn jî hebûn.

Reb Îsa ji hemû kesên firoşger û kesên serafî dikirin, pir hêrs bû. Ji ber ku li ser pişta kesên ji bo cejnê dihatin wir, fêda xwe dikirin. Qada perestgehê bibû cihê bazarê. Rêzgirtina mirovan ji mala Xweda re nemabû.

Reb ji erdê rahişt çend perçe şerîtan, ji vanan qamçiyek çêkir. Qamçî li ba kir û firoşger bi mih û dewaran re ji perestgehê derxistin. Ji kevokfiroşan re got: "Mala bavê min nekin cihê bazarê!"

Firoşger bê şert û merc ji perestgehê hatin dûrxistin. Kesên serafî dikirin rayedariya Reb, pejirandin. Îsa, maseyên kesên serafî dikirin da erdê û pereyên wan rijand. Hemû li hewşa perestgehê belav bûn. Mirov gava çav li kirinên Îsa ketin şaş man lê ceger nekirin ku wî bisekinînin.

Pirsên ji bo gotûbêjê

2 pirs
  1. Îsa li hewşa perestgehê çi dît?

  2. Îsa çi kir? Ji firoşgeran re çi got?

59. Paqijkirina Perestgehê00:00 / 02:03