
Birca Babîlê
Pirtûka Piroz, Destpêk, Beşa 11.
Werin em ji xwe re bajarekî ava bikin, bila em birceke digihîje ezmanan çêkin ku nav û dengê me derkeve û em li tevahiya ser rûyê erdê belav nebin.
Piştî tofanê gelek zarok û neviyên kurên Nûh ên bi navê Sam, Ham û Yefet çêbûn. Wê heyamê mirov weke bav û kalên xwe yên berî tofanê zêde temenê dirêj nedikirin. Nûh 950 salî jiya, kurê wî Sam 600 salî û kurê Sam tenê 430 salî jiya.
Lêbelê berî ku neviyên Nûh li her devera cîhanê belav bibin tiştek qewimî. Mirov ji aliyê rojhilat ve hatin ser axa Şînarê. Ew hemû bi heman zimanî diaxivîn. Rojekê biryar li ser tiştekî dan û ji hev re wisa gotin: "Werin em kerpîçan çêkin û wan baş bipêjin, em bi wanan bajarekî ava bikin û birceke bigihîje ezmanan çêbikin
ku nav û dengê me derkeve û berî em li tevahiya rûyê erdê belav bibin."
Xweda dît ku ew xwedî çi dilekî qure ne. Wî wisa got "Em dakevin cem wan û zimanên wan tevlihev bikin, ji bo ku ew ji hev fam nekin û ji bo ku nikaribin xwestekên xwe yên bêwate û bêyom pêk bînin." Bi derbekê re mirovan nema ji hev fêm kirin, ji ber ku êdî ew bi zimanên cuda diaxivîn. Tevlihevî çêbû, neçar man ku çêkirina bircê rawestînin. Xweda ew li ser rûyê erdê belav kirin. Navê bajêr bû Babîl. Navê bajêr tê wateya 'Tevliheviyê.' Bi vî awayî çîroka Birca Babîlê ji me re vedibêje ku piştî tofanê çawa zimanên ji hev cuda derketine holê.
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsBerî ku mirov li ser rûyê erdê belav bibin wê çi bikira?
Çima bi ser neketin?
Wateya Bajarê Babîlê çi ye?