Mûcîzeya li Qenayê

Mûcîzeya li Qenayê

Pirtûka Pîroz, Yûhena, Beşa 2. Ayetên 1-11.

Piştî du rojan li bajarê Qenaya Celîlê dîlanek hebû û diya Îsa jî li wê derê bû. Îsa û şagirtên xwe jî ji bo dîlanê hatibûn vexwendin. Ev nîşana ku Îsa li Qenaya Celîlê çêkir a pêşî bû. Bi vî awayî wî rûmeta xwe da xuyakirin û şagirtên wî bawerî pê anîn.

Roja sisêyan Îsa û xwendekarên xwe hatin Celîleyê. Li gundê biçûk Qenayê dawetek hebû. Dêya Îsa Meryem jî li wir bû.

Daweteke xweş bû. Mêvanan xwarin û vexwarin, keniyan û meseleyên xweş ji hev re gotin. Îsa û hevalên xwe jî li wir bûn. Lê ji nişka ve di nava şahiyê de Meryem ber bi Îsa ve hat, bi diltirsî kire pistepist û got "Şerab nema."

Çi tiştekî eyb! Wê mirov bibêjin zava kesekî çikûs e! Meryem hêvî dikir ku Îsa ji vê yekê re çareseriyekê peyda bike. Îsa jî fêhm kiribû bê dêya Wî çi jê dixwaze. Got: "Dayê, tu ji bo çi min dixe nav vê meseleyê? Hîn saeta min nehatiye."

Meryem fêhm kiribû bê Reb dixwaze çi bibêje. Jê bawer dikir ku tişta Ew neke tuneye. Ji ber vê nêzî kesên ku xizmet dikirin bû û bi hêdîka wisa got: "Çi ji we re bêje wê bikin."

Piştî demekê Îsa, çû cem xizmetkaran. Gava li xwe zivirî ferq kir ku şeş kûpên ji kevir li wir hene.

Ji xizmetkaran re got: "Kûpan bi avê tije bikin!"

Karekî pir zehemet bû ku heta ber dev kûpan tije bikin.

Îsa got: "Îcar aniha ji bo bitahmîne hinekî bibin ji serokê şahiyê re."

Xizmetkaran li Wî nêrîn. Dixwest çi bibêje? Berî aniha ew ava ku ji bîrê kişandin dixwest bi serokê şahiyê bide tahmkirin? Ev xortê Nasirayî dixwest henekê xwe bi serok bike? Lê piştre gotinên ku Meryem ji wan re gotibûn anîn bîra xwe, biryar dan ku tiştê ji wan re hatiye gotin bikin.

Serokê şahiyê hat, hinek ji kûp derxist û qulpek lê xist.

Bi awayekî jê memnûn di ber xwe de kire pistepis û çû cem zave.

Jê re wisa got: "Te şahiyeke bêhempa amade kiriye lê dîsa jî we xeteyek kiriye."

Zavê fedî kir û serê xwe berda ber xwe, fikirî û got: "Ji ber ku min têra şahiyê şerab pêde nekiriye wê erza min bişkîne."

Lê serokê şahiyê bi temamî tiştekî pir cuda got. Wisa got:

"Kevneşopiyek e ku mirov pêşî şeraba baş pêşkêş bike. Piştî ku mirovan pir vexwarin îcar şeraba ne baş mirov dide. Te berevajiyê vê kiriye. Şeraba ku aniha xizmetkar digerînin ya herî baş e!"

Zavê nizanîbû ku ev hemû tê wateya çi. Meryem bişîrî û li Îsa nêrî, xwendekar jî wisa fikirîn: "Xweda ji bo ku Îsa alîkariya mirovan bike şandiye."

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Îsa û xwendekarên xwe hatin kîjan gundî?

  2. Li wir çi dibû? Ji nasên Îsa kî li wir hebûn?

  3. Li dawetê çi bû? Îsa çi kir? Xeendekaran ev çawa fêhm kirin?

58. Mûcîzeya li Qenayê00:00 / 03:50