
Xwendekarên Pêşî yên Îsa
Pirtûka Pîroz, Yûhenna, Beşa 1. Ayetên 35-51
Rojekê piştî ku Yehyayê waftîzger derbarê Reb de waz dan, Îsa dîsa hat ber Çemê Şerîayê. Yehyayê waftîzger bi du xwendekarên xwe re dipeyivî, navên xwedekarên wî Yûhenna û Endrawîs bû. Gava Yehya ferq kir ku Îsa di wir re derbas dibe, Ew nîşan da û, got: "Ha va ye Berxê Xweda!"
Bi vê gotinê re ya rastî xwest ku ji Yûhena û Andreas re bibêje ku divê hûn nedin dû şopa min. Îsa wê ji wan re mamosteyekî çêtirbûya. Yûhena û Endrawîs rabûn dan dû Reb. Lêbelê gava Îsa li dawiya xwe nêrî ku dane dû wî û tên, ji wan, pirsî: "Hûn çi dixwazin?"
Wan jî got: "Rebbî (mamosteyê min)! Tu li kuderê rûdinê?"
Îsa bersiv da û got: "Werin, bibînin!"
Yûhena û Endrawîs, dan dû Îsa, ketin mala Wî û heta sibehê bi Wî re man. Axaftina bi Îsa re çawa ceger dida mirov! Tu kes bi qasî Reb Îsa bi wan re ji dil û can nepeyivî bû.
Bi navê Şîmûn birayekî Endrawîs hebû. Li ber Gola Celîleyê, li bajarê biçûk yê bi navê Beytsayda, bi bavê xwe re dijiyan. Hemû masîger bûn. Endrawîs çû ku birayê xwe bibîne. Wê behsa Îsa ji wî re jî bikira.
Gava ku Şimûn dît, bi kêfxweşî wisa qêriya: "Me Mesîh dît." Mesîh tê wateya kesê hatiye mesîhkirin.
Endrawîs pêşniyarkir ku birayê wî jî bi Îsa re hev bibînin. Şîmûn bi kêfxweşî pejirand. Îsa Şîmûn dît, wisa got:
"Tu kurê Yûhenna Şîmûn î. Wê navê te bibe Kefas. Kefas dihat wateya lat (Petrûs)."
Tiştê ku hişt Şîmûn matmayî bimîne ev bû: Reb berê ew nedîtibû, lêbelê bi navê wî zanîbû. Îsa gava navê nû li Şîmûn kir, zanîbû ku wê ev masîgerê ji rêze bibe rêberekî derê yê bi qasî latekî bihêz û saxlem.
"“Dotira rojê dîsa Yûhenna bi du şagirtên xwe re radiwesta. Dema wî dît ku Îsa derbas dibe, wî got: «Va ye, Berxê Xwedê!» Du şagirtan gotina wî bihîst û li pey Îsa çûn. “Yek ji wan herdu kesên ku Yûhenna bihîstibûn û li pey Îsa çûbûn, Endrawisê birayê Şimûn-Petrûs bû.” “Wî di cih de birayê xwe Şimûn dît û jê re got:
«Me Mesîh dît», ku bê wergerandin «Yê Rûnkirî» ye.”"
Pirsên ji bo gotûbêjê
2 pirsXwendekarên Mesîh yên pêşî kî bûn?
Îsa çi nav li Petrûs kir? Ev nav dihat wateya çi?