Hewl Didin Îsa li Beyebanê ji Rê Derxin

Hewl Didin Îsa li Beyebanê ji Rê Derxin

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 4. Ayetên 1-13.

Şeytan her dem dijminê herî nebaş yê Xweda û Kurê Wî bû. Îsayê Mesîh, li hemberî şeytan kete cengeke dijwar. Îsa, gava ku li cem Çemê Şerîayê ferman ji Bavê Asîmanî stend, îcar gava dest bi xizmeta xwe kir cengê jî dest pê kir. Li gorî xwesteka Xweda Îsa, ji aliyê Giyanê Pîroz ve berê Wî da beyebanê. Li vir wê bi şeytan re bihatana hember hev!

Îsa li beyebanê çil roj û çil şevî rojî girt. Di van rojan de ne xwar û ne jî vexwar.

Yê mirov ji rê derdixistin, ango şeytanê her dem dihişt mirov gunehan bikin, hat cem Îsa. Îsayê ku dikir ji nêza bimire, hêvî dikir ku Wî bixapîne. Wisa difikirî: "Eger Îsa gunehan bike, wê gunehên kesên din bi tiştekî nehesibîne." Armanca şeytan ew bû ku mirovan bi temamî ji xelasiyê dûr bixe.

Şeytan wisa got:

"Eger tu Kurê Xweda be, ka ji vî kevirî re bêje bila bibe nan!"

Lê Îsa wisa bersiv dayê: "Mirov ne tenê bi nan dijî, bi her gotina ji devê Xweda derdikeve dijî."

Şeytan bersivek ji vê re nedî. Piştre dîsa hewl da Mesîh biceribîne. Îsa derxist ber perê asîmanan. Hemû qraltiyên dinyayê û dewlemendiya wan nîşanî Wî da û bi quretî wisa got:

"Eger tu xwe bavêjî lingê min û min bihebînî, wê hemû bibin yê te." Îsa wisa bersiv da vê:

Wisa hatiye nivîsandin: "Wê Xwedayê te Reb bihebîne, tenê tu yê ji Wî re xulamtiyê bikî!"

Piştî vê şeytan Îsa bir Kudsê. Derxist ser serê perestgehê. Bi zimanekî nerm wisa ji Wî re got:

"Eger tu Kurê Xweda be, xwe ji vir bavêje jêr. Ji ber ku wisa hatiye nivîsandin: 'Xweda, ji bo te biparêzin wê fermanê bide ferîşteyên xwe. Ji bo lingên te li kevirekî nekevin, wê li ser destên xwe rahijin te.'"

Îsayê Reb; nexwest hîn bêtir bi şeytan re nîqaşê bike, ji ber ku Nivîsa Pîroz xelet bi kar dianî û xelet şîrove kiribû. Bi ayetên ji Nivîsa Pîroz wisa bersiv dayê:

"Xwedayê xwe Reb neceribînin!"

Şeytanê têkçûyî, ji cem Îsa dûr ket.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Şeytan, çima xwest peywira Îsa xera bike?

  2. Kê Îsa bir beyebanê?

  3. Şeytan, sê carî çawa Îsa ceriband? Îsa çawa bersiv dayê?

56. Hewl Didin Îsa li Beyebanê ji Rê Derxin00:00 / 03:26