
Îsa Waftîz Dibe
Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 3. Ayetên 1-18, 21-22
Piştî ku hemû gel waftîz bû Îsa jî waftîz bû. Gava dua dikirin asîman vebû û Giyanê Pîroz, di bedeneke xuyayî de weke kevokekê xwe li ser Wî danî. Ji asîmanan dengê "Tu kurikê min yê nazdar î, ez ji te kêfxweş im" bihîst.
Çêbûna Yehyayê kurê Zekeriya û Elîzabetê jî ji aliyê ferîşte Cebraîl ve hatibû zanîn. Armanca Xweda ew bû ku peywireke taybet bide Yehya. Gava bû kesekî gihiştî, li Beyebana Yahûdiyê jiya.
Li beyebanê tu tiştî nikarîbû ew ji fikrên giyanî dûr bixista. Yehya di nava bêdengiyê de dijiya û li Xweda difikirî.
Dengê Xweda ji Yehya re got: "Here Newala Şerîayê û wazan bide!"
Ya din jî Reb jê re got bê wê di çi mijarê de pê re bipeyive. Yehya îtaet ji Xweda re kir. Derket cihê ku Xweda jê re gotibû. Bi gundiyên ku li Newala Şerîayê dijiyan re peyivî.
Wisa got: "Tobe bikin! Jiyana xwe biguherînin! Desthilatdariya Xweda tê! Amade bin, desthilatdariya Wî nêz e! Hûn nema dikarin weke berê jiyana xwe bidomînin!"
Di serî de mirovan gotinên Wî xerîb dîtin. Hinek jê bi Yehya keniyan, yên din ji gotinên wî aciz bûn. Lê hinekan jê jî fêhm kir ku Ew gotinên Xweda dibêje.
Yehya gelek caran wisa bang gel kir: "Waftîz bibin! Ez we di ava Çemê Şerîayê dadikim û waftîz dikim. Ev nîşanek e. Hûn ne tenê qilêra xwe paqij dikin. Hûn ji dinyayê re dibêjin em ji jiyana xwe ya berê rizgar bûn. Divê waftîz ji bo we bibe destpêka jiyanek nû."
Gelek mirov waftîz bûn. Ji hevalên xwe re ji wê kêliyê şûnde gotin em dixwazin bi temamî dest bi jiyaneke nû bikin. Kesên li wan guhdar kirin, meraq kirin û xwestin rûbirû Yehya nas bikin. Hinekan wisa jê pirsîn:
"Guhdar bike! Tu bi çi mafî mirovan waftîz dikî û ji bo jiyana wan biguherîne wan teşwîq dikî? Kurê Xweda yê ku pêxemberan ji me re behs kiribû, tu yî?" Yehya wisa bersiv da: "Na, kesê hûn behs dikin ne ez im. Lê derbarê min de jî kehanetek heye. Hîn ji zûde pêxember Yeşeya wisa gotibû: 'Li beyebanê biqîrin, rêya Reb amade bikin, rêçikên wê tê re derbas bibe vekin' bi vî awayî bang kiribû. Ev kesê behsa wî dike ez im. Ez we bi avê waftîz dikim. Lê yê ku we bê wê we bi Giyanê Pîroz waftîz bike."
Gava dipeyivî, Yehya ferq kir ku zilamek dimeşe ber bi qiraxa çem ve. Sekinî û ji nav qelebalixê ve Ew şopand. Mirovan li aliyê ku Yehya lê dinêrî, nêrîn û dîtin ku zilamek nêzî wan dibe. Ji bo rê ji Wî re vekin xwe dan alî. Yehya wisa kir qêriya:
"Binêrin, ha vaye Berxê Xweda yê ku gunehên dinyayê hildigire!"
Mirov şaş man û ji hev re wisa gotin: "Behsa çi dike?
Berxê Xweda? Tê wateya çi?
Ev zilam kî ye?"
Yehya, bi dengekî bilind peyivî ji bo ku bala mirovan dîsa bikişîne, Îsayê ku hêdî bi hedî nêzî wî dibû nîşan da û wisa got:
"Yê ku piştî min tê Ew e. Ew di desthilatdariya Xweda de ji min girîngtir e. Ewqasî girîng e ku ez ne layiqî ku çaroxên Wî jî derxim. Îro kehanet hat cihê xwe. Kesê ez behsa wî dikim Ew e!"
Îsa pir nêzî Yehya bû û jê re wisa got:
"Ji bo tu min waftîz bikî ez hatim vir."
Yehya bi rastî şaş ma û wisa got: "Ji bedêla ku ez bêm cem te û tu min waftîz bikî, îcar bi ser halan de tu tê?"
Îsa jî got: "Yehya divê ev bibe, Xweda wisa dixwaze."
Her du jî ketin çem. Yehya destê xwe danî ser serê Îsa û Ew di avê de dakir. Ev yek berî Îsa bi gelek kesên din jî kiribû. Lêbelê tiştekî nedîtî bû. Gava Îsa ji avê derket, Giyanê Pîroz weke kevokekê ji asîmanan daket û xwe li ser danî. Her kesî ev deng bihîst:
"Kurikê min yê nazdar ev e, ez ji Wî kêfxweş im!"
Yehya peywirên xwe anî cih. Ji mirovan re gotibû wê Xelasker bê. Ha Ew li vir bû, Îsayê Nasirayî, Kurê Xweda! Lêbelê ev nayê wê wateyê ku hemû Yahûdiyan di cih de ji Reb bawer kirin. Tenê çend kesan Ew weke mamosteyekî pejirandin.
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsYehya bi salan li kuderê jiya?
Kê ji Yehya re got mirovan waftîz bike? Kî dikare gunehên mirovan 'paqij' bike?
Xwedayê Bav bû, piştî ku Îsa waftîz bû çi got?