
Îsa û Malbata Wî
Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 2. Ayetên 40-52
Zarok mezin dibe, bi hêz dibe û pê re gihiştî dibû. Qenciya Xweda li ser Wî bû... Îsa di zanebûn û bejnê de bi pêş dikeve, diket çavê mirov û Xweda.
Îsa li Nasirayê li mala Ûsiv mezin bû. Gava bû duwazdeh salî, Ûsiv û Meryem ji bo Cejna Derbasbûnê pîroz bikin Ew birin Kudsê. Her sal Yahûdiyan Cejna Derbasbûnê pîroz dikirin û bi çar çavan li benda betlaneya demsalê diman. Hin ji wan derdiketin rêwitiyên dûr û dirêj, gihîştina Kudsê bi rojan diajot. Li Kudsê ji welatên cuda bi Yahûdiyan re tevlî şahiyên perestgehê dibûn. Li wir Xwedayê ku
ji gelê xwe hez dike û alîkariya wan dike, dihebandin. Her kes bi kelecan bû. Bi taybetî zarokên ku dibûn duwazdeh salî, bextewar dibûn. Sedema vê ew bû ku cara pêşî di van pîrozbahiyan de cih digirtin.
Vê carê Meryem û Ûsiv, Îsa bi xwe re birin û bi cîranên xwe re çûn Kudsê. Di rêwitiyê de tiştên ku Îsa dîtin û bihîstin, bêhempa bûn! Gava diçûn Kudsê, di rê de gelek tiştên balkêş hatin serê wan. Lêbelê dîmena bajêr di ser hêviyên wan re bû! Perestgeha xweşik. Bi hezaran deng... Îsa bi taybetî merasîmên perestgehê merak dikirin bê çawa çêdibin. Dê û bavê Wî, wateya adet û kevneşopiyan jê re bi
awayekî xweşik rave dikirin.
Pîrozbahî heft rojan domand. Dema ku hecî vegerin û derkevin rê hatibû. Meryem û Ûsiv li Îsa geriyan lê ew nedîtin. Fikirîn û gotin belkî bi cîranan re derketibe rê ji ber ku her dem bi wan re bû û hînî vê bibûn. Ji ber vê pir mitaleya Wî nekirin û derketin ser rêya xwe. Berêvarî gihîştin heciyên din yê ji Nasirayê. Gava dîtin ku Îsa ne bi wan re ye pir tirsiyan! Îcar wê aniha çi bikirina?
Divê vegeriyana Kudsê! Li her deverî li Wî geriyan. Yek bi yek ji her kesî pirsîn, gelo zarokekî duwazdeh salî dîtibûn an na. Gelek kesên ku di wir re derbas dibûn, zarokên duwazdeh salî dîtibûn lê gelo yê ku lê digeriyan ew bû? Wan jî nizanîbû bê Ew li kuderê bû. Ûsiv û Meryem pir ketibûn mitaleya Wî. Di dawiya dawî de biryar dan ku li perestgehê binêrin. Li vir mamosteyên olê derbarê Nivîsên
Pîroz de axaftin dikirin. Hêviya wan ew bû ku wê Îsa li wir bibînin. Çi karê Wî di nava mamosteyên olê de hebû? Tiştek ji axaftinên wan fêhm nedikir û wê aciz bibûya.
Lêbelê rewş qet ne wisa bû. Cihê ku kurikê xwe lê dîtin perestgeh bi xwe bû. Meryem û Ûsiv ji guh û çavên xwe bawer nekirin. Îsa, ji mamosteyên qanûnê re pirsên pir zor dikirin, ew jî di bersivdayînê de ditengijîn. Gava ku wan pirsek ji Wî dikirin, bersivên pir zana dida wan. Mamosteyên qanûnê bi awayekî matmayî serê xwe dihejandin. Ji ber hişê zarok şaş diman û dibûn heyranê Wî.
Bêhna malbatê hat ber û bi kêfxweşî Îsa hembêz kirin. Lêbelê piştre Meryem gazin kirin û got: "Te çima wisa li me kir? Demeke dirêj em li te geriyan!"
Îsa wisa bersiv da: "Ez her kêlî li vir bûm. Ma we nizanîbû ku divê ez li mala Bavê xwe yê Asîmanî bim?"
Ûsiv û Meryem fêhm nekirin bê Îsa dixwaze çi bibêje. Rahiştin kurikê xwe û Nasirayê vegeriyan.
Her ku sal derbas dibûn zanebûna Îsa zêde dibû. Ji dê û bavê xwe hez dikir, hîjdeh sal îtaet ji wan re kir û bihûrîn. Gotinên Îsa yên gava ew li perestgehê dîtin hatin bîra Meryem. Pir caran li ser van gotinan fikirî.
Pirsên ji bo gotûbêjê
4 pirsYahûdiyan li Kudsê kîjan cejn pîroz dikirin?
Ji bo Cejna Derbasbûnê pîroz bikin, zarokên kurik çend salî dibin perestgehê?
Meryem û Ûsiv gava ku Îsa nedîtin, Wî çi dikir? Li kuderê bû?
Piştî rêwitiya perestgehê ya li Kudsê, Îsa çend salan xulamtiya dê û bavê xwe kir?