Daniyêl li Qesra Padîşah Daryûs e

Daniyêl li Qesra Padîşah Daryûs e

Pirtûka Pîroz, Daniyêl Beş 6.

Weke hemû waliyên padîşahiyê me li hev kir ku divê padîşah qanûneke bi zexm derxîne. Kî di nava sî rojî de ji te pê ve mirovekî bihebîne an jî jê re dua bike bila li çala şêran bê avêtin. Dema Daniyêl pê hisiya ku qanûn hatiye îmzekirin çû mala xwe... Weke ku wî her roj dikir, rojê sê caran çongên xwe didanîn erdê û dua dikir, ji Xwedayê xwe re spas kir.

Padîşah Koreş li padîşahiya nû ya Med û Persan serwerî kir. Wî Dariyûs jî kir padîşahê Babîlê yê Medê. Dariyûs ji bo rêvebirina hemû welatî sed û bîst rêveberên herêmî wezîfedar kirin. Ji bo aştî pêk were û birêvebirinê, wî sê wezîr danîn ser serê wan. Yek ji wan Daniel bû.

Dariyûsê padîşah gelekî Daniyêl dieciband. Lêbelê di qesra padîşahiyê de hin kes hebûn ku ji serkeftina Daniyêl dihesidîn. Wan bi plansaziyeke şeytanî xwest ku xwe ji Daniyêl xilas bikin. Rojekê çûne cem padîşah û wisa gotine:

"Padîşah Dariyûs! Tu padîşahekî bihêz, birûmet û dilovan î. Her kes li ber dilovaiya te dijî. Lêbelê gelek kes hay ji vê nînin. Em difikirin ku zanebûna dilovaniya te çawa li her derê were belavkirin. Bila tu kes di nava sî rojî de ji te pê ve tu kesî nehebîne û dua jê re neke. Li ser vê bila qanûnek bê derxistin. Ji bo tenê ji te re dua bê

kirin û bila her kes bibîne bê ka dilovaniya te çiqas mezin e."

Kêfa padîşah ji tiştên dihatin gotin re hat û wî qebûl kir ku qanûnekê derxîne. Wî got: "Ev fikreka baş e. Ez ê qanûnê îmze bikim. Yên li dijî vê derdikevin bila ew li çala şêran bên werkirin."

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Navê padîşahê nû yê Babîlê çi bû?

  2. Daniyêl anîn ser çi peywirê?

  3. Dariyûs xwest kîjan qanûnê derxîne?

47. Daniyêl li Qesra Padîşah Daryûs e00:00 / 02:09