Daniyêl di Çala Şêran de ye

Daniyêl di Çala Şêran de ye

Pirtûka Pîroz, Daniyêl, beşa 6.

Padîşah serê sibê pir zû rabû û bi lez û bez çû çala şêran. Gava nêzîkî çalê bû ku Daniyêl jî tê de bû, bi dengekî bi keser gazî kir û got: “Daniyêlo! Xulamê Xwedayê Jîndar! Xwedayê te yê ku tu herdem jê re dua dikî, gelo karibû te ji şêran rizgar bike?”

Qanûna Med û Persan bêhempa bû, tu carî nedihat guhertin. Her çiqasî qral ew qanûn bi xwe derxistibe jî mafê wî tunebû ku biguherîne. Pir di ser re derbas nebû Daniyêl hînî qanûnê bû. Dîsa weke berê ku dikir, rojê sê caran çong li ber Xweda vedida dua jê re kirin. Paceyên odeya wî vekiribûn, ji ber vê gava dua dikirin mirovan ew ji derve ve bi hêsanî dibihîstin. Leşkerên qral ketin malê û ew

binçav kirin.

Piştî demeke kin peywirdar derketin huzûra qral Daryûs. Tiştên ku dîtin û bihîstin ji qral re rave kirin. Qral ji ber van gotinan pir hêrs bû.

Qral wisa qêriya: "Nabe ku ev rast be! Hûn şerm nakin ku hûn bêbextiyê bi dostê min ango bi waliyê min yê herî baş re bikin? Ez destûrê nadim vê yekê!"

Zilamekî ji wan ceger kir û hewl da ku wisa bibêje: "Lêbelê wa qral, niyeta me ne ew e ku em zirarê bidinê. Em tenê li gorî qanûnê tevdigerin."

Qral wisa qêriya: "Hûn derewan dikin! Hûn dixwazin ji Daniyêl xelas bibin. Ji ber vê we qanûn bi min da îmzekirin! Herin ji ber çavên min!"

Daryûs xemgîn bû. Di seran serê rojê de bi heval û alîkarên xwe re peyivî. Lêbelê tu kesî nizanîbû wê qanûn çawa bêxerakirin. Daryûs pir aciz bû. Çû cem Daniyêlê ku wê biavêtina çala şêran. Gava ku cezayê mirinê didan sûcdar, tu carî xwarin nedidan şêran. Armanc ew bû ku wan hîn bêtir har û dirinde bikin.

Daryûs destê xwe danî ser milê Daniyêl û bi wayekî pir xemgîn wisa got:

"Bila Xwedayê ku tu herdem jê re xizmetê dikî, te rizgar bike. Ez nikarim tu tiştî bikim."

Bi vî awayî qral emir da û Daniyêl avêtin çala şêran. Daryûs wê rojê tu tişt nexwar. Bi şev jî xew lê herimî. Çawa şeveqê lê xist rabû ser xwe û berê xwe da çala şêran.

Bi dengekî lerzokî wisa got: "Daniyêl! Daniyêl! Tu sax î? Xwedayê te hat bi te ve?"

Ji çalê dengê Daniyêlî nerm biling bû. Wisa digot: "Belê, ez xelas kirim qralê min! Xweda ferîşteyê xwe şand û devê şêran girt. Ez nexwarim."

Daniyêl di cih de ji çalê derxistin. Spîsaxlem bû. Bêhna qral hatibû ber û heta tu bêjî bes bextewar bû. Çawa vegeriya koşka xwe, di cih de emir da ku dijminên Daniyêl bavêjin çala şêran. Piştre ji hemû peywirdarên xwe yên ku welat bi rêve dibin re nameyek şand. Di nameyê de wisa digot:

"Ez emir dikim ku çi kesê di bin qraliyeta min de dijî Xwedayê Daniyêl bihebîne, ji ber ku Ew Xwedayê jîyandar e. Ew dikare xelas bike û Ew dikare mûcîzeyan ava bike. Qraltiya Wî ji ya min bihêztir e û heta hetayê wê hebe."

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Gava Daniyêl qanûna nû hîn bû çi kir?

  2. Berî ku Daniyêl biavêjin çala şêran, Daryûs çi got?

  3. Piştî ku Daniyêl hat xelaskirin, Daryûs kîjan qanûn derxist?

48. Daniyêl di Çala Şêran de ye00:00 / 04:06