
Şahiya Belşassar
Pirtûka Pîroz, Daniyêl, Beş 5.
Ji nişka ve tiliyên destê mirovekî xuya kirin li ser sîwaxa dîwarê qesrê yên nêzî qendîlê dest bi nivîsandinê kir. Padîşah destê dinivîsand dît.
Piştî ku Nebûxadnesser mir, Belşasar bû padîşahê Babîlê. Wî dema xwe her ji şahî û cejnan re terxan dikir. Dema ku bajarê Babîlê di bin dorpêçê de bû, padîşah li qesra xwe ziyafeteke mezin dida. Bi hezaran mîrên wî yên esîl hatibûn şahiyê wan bi qasî çemên diherikî şerab vedixwar. Belşazarê serxweş ferman da ku firaxên
zîv û zêr bînin. Wan ê vexwirekên xwe bi wan vexwara. Dema babîliyan Orşelîm talan kiribûn bavê Belşazar, Nebuxadnessar firax ji perestgeha Orşelîmê anîbûn. Belşazarê ku ji van firaxan vexwar di heman demê pesnê hêza pûtên li cem xwe dida. Wan bawer dikir ku pût têra xwe xurt in ku wan di ewlehîyê de bigirin.
Lê ji nişka ve li nava salonê bêdengiyeke mirinê meselitî. Padîşah û yên li dora wî bi tirs li dîwarê qesrê nihêrîn. Destekî mirovan li ser dîwêr peyvên nediyar dinivîsandin. Lêbelê kesî nedikarî tiştên hatine nivîsandin bixwîne û rave bike. Rûyê padîşah çilmisî, çongên wî lerizîn. Ji ber ku wateya giştî ya nivîsê nizanibû wî xwe bêçare hîs kir.
Bi dengekî bilind gazî remildar û astrologên Babîlê kir. Padîşah Belşazar ji bo xwendin û ravekirina nivîsê soza xelateke mezin da, lê tu kesî nedikarî bixwîne. Piştre dayika wî şahbanûyê jê re got ku li padîşahiyê zilamek heye ku dikare vê nivîsê bixwîne. Diyar kir ku giyanê Xweda pê re heye. Navê wî Daniyêl bû. Berê, Padîşah Nebûxadnessar ew wek serokê hemû zanistên di padîşahiya xwe de
erkdar kiribû.
Dema ku Danîyêl anîn pêşberî Belşazarê padîşah wisa got :
Min bihîst ku giyanê Xweda bi te re heye û tu bi têgihîştin û zanyariyê hatiyî xemilandin. Hemû zanayên Babîlê nikarîbûn wateya vê nivîsandinê ji min re rave bikin. Heke tu karibî rave bikî tu yê bi awayekî pir baş bêyî xelatkirin.
Daniyêl wisa bersiv dayê: "Bila diyariyên te ji te re bin. Tu xelatên xwe jî bide hinekên din. Ez ê nivîsê bixwînim û ji te re rave bikim bê ka wateya wê çi ye.
Daniyêl wisa pê de çû û got: "Xweda di ser hemû padîşah û padîşahiyên li ser rûyê erdê re serwer e. Lê te Belşazar li ber Xweda mitewazîbûnî nîşan neda. Te da pey şanaziyê û tu pesnê xwe didî. Tu bi esîl û jinên xwe re şerabê di firaxên ji perestgeha Xweda anîne de vedixwî. Te pesnê xwedavendên zêr, zîv, dar û kevir ku nedibînin û nedibihîzin didî, lê tu wî Xwedayê ku bêhn û henasedanê dide te
û te diparêze rûmetdar nakî. Ji ber vê yekê Xweda ew destê ku ew nivîs nivîsandî ji te re şand. Nivîs ev in: Mene, mene, tekel û parsin. Wateya van gotinan ev e: Xweda rojên padîşahiya te jimartine û dawî lê aniye. Tu di li ser teraziyê hatî pîvan û tu kêm hatî dîtin. Padîşahiya te wê bibe du beş û li Med û Persan bê dabeşkirin."
Wê şevê Belşazar hate kuştin. Babîl ji aliyê keyê Persî Koreş ve hat dagirkirin. Bi vî awayî padîşahiya Babîlê ya mezin têk çû û tune bû.
Pirsên ji bo gotûbêjê
4 pirsBelşasar çi dikir gava Babîl di bin dorpêçê de bû?
Wan di şahiyê de şerab bi çi vexwarin?
Belşazar û esîlên wî çi dîtin? Kê ev yek jê re vegot?
Çi pirsgirêka Belşazar hebû? Çi bi serê wî hat?