Tenûra Sor û Sincirî

Tenûra Sor û Sincirî

Pirtûka Pîroz, Daniyêl Beş 3.

Şadrak, Meşak, Abed Nego wisa bersiv dan Padîşah Nebûxadnessar: ..."Xwedayê ku em Wî dihebînin dikare me ji agirê sor ê tenûra sincirî biparêze. Ew ê me ji nav lepên te jî rizgar bike."

Gelek di ser re derbas bebû ku Padîşah Nebûxadnessar ji bîr kir ku Xwedayê Daniyêtl yekta ye û Xwedayê rastîn e. Wî peykerekî zêrîn çêkir û danî. Bi vî awayî xelkê wê ev peyker bihebanda. Wî plansaziya merasîmeke mezin kir. Hemû hevalên Daniyêl jî di nav wan de gelek kes ji bo merasîmê hatin vexwendin. Daxuyaniyek hat dayîn. Wexta ku muzîkê dest pê kir divê her kesî xwe li erdê

dirêj bikira û peyker bihebanda. Wan ê çi kesê ku guh nedaya vê wê biavêtana nava tenûra êgir.

Şahiyê dest pê kir û dengê muzîkê hat bihîstin û ji bilî sê Cihûyên ciwan her kesî xwe avêt erdê û peresîna xwe ya ji peykerê zêrîn re kir û ew heband. Xizmetkaran ev yek ji padîşah re ragihandin. Nebûxadnessar bi hêrs bû. Wî şand pey ciwanan û ev şert dan pêşiya wan:

"Niha an hûn ê xwe li erdê dirêj bikin û peyker bihebînin an jî hûn ê li nava tenûra êgir bên avêtin! Wê demê em ê bibînin ku kîjan Xweda wê bikare we ji nav lepên min rizgar bike?"

Şadrak, Meşak, Abed Nego wisa bersiv dan Padîşah Nebûxadnessar: ...

"Xwedayê ku em Wî dihebînin dikare me ji agirê sor ê tenûra sincirî biparêze. Ew ê me ji nav lepên te jî rizgar bike. Lê heke Ew me rizgar neke jî em ê tu carî xwedavendên te naperesînin. Em ê peykerê te yê zêrîn nehebînin."

Wekî bersiv, Nebuxadnessar ferman da ku tenûr bi qasî her carê heft caran zêdetir were germkirin. Piştre ferman da hin leşkerên xurt ên di artêşa xwe de ku ciwanan bi hev ve girê bidin û biavêjin nava tenûra sor û germ. Serbazan Şadrak, Meşak û Abed Nego birin ber deriyê tenûrê. tenûr ewqasî germ bû ku ji ber pêt û remiya êgir çend serbaz kuştibûn. Wan her sê ciwan bi hev ve girê dan û avêtin

nava tenûra êgir. Padîşah jî li vê rewşê temaşe dikir. Ji nişka ve wî di nava tenûrê de tiştekî ku ji berê ecêbmayî û nikare rave bike dît. Ew yekser rabû ser xwe ji şêwirmendên xwe re wisa got:

"Ma we ne sê kes avêtibûn tenûrê?"

Şêwirmendan got, "Belê helbet wisa ye."

Nebuxadnessar di ber xwe de wisa got: "Lê ez çar kesan dibînim. Di nava êgir de dimeşin û ew ji werisên xwe filîtîne û tu ziyan negihiştiye tu kesî. Yê çaremîn jî weke Kurê Xweda xuya dike." Padîşah nêzî tenûrê bû û wisa got:

"Evdên Xwedaya mezin, Şadrak, Meşak û Abed-Nego! Derkevin û werine vê derê!"

Her sê zilam ji nav êgir derketin û nêzî padîşah bûn. Şêwirmendên padîşahiyê ev tişt ferq kirin: Ji ber êgir ziyan negihîştibû mûyekî pora xortan tenê jî, cilûbergên wan neguherîbûn û bêhna êgir ji wan nedihat. Ev nîşaneyeke rastîn bû ji ber ku serbazên herî hêzdar wexta nêzî tenûrê bûbûn ji ber pêt û remiya êgir miribûn.

Nebûxadnessar, Xwedayê cihûyên ciwan ku ew diperesînin weke hêza bêhempa qebûl kir. Wî got: "Bila spasdarî her ji Xwedayê Şedrak, Meşak û Abed-Nego re bin! Wî ferişteyê xwe rê kir û evdên(pêbawerên) xwe rizgar kirin. Wan ji bo ku ji xeynî Xweda pê ve tu yên din nehebînin jiyana xwe xistin xetereyê!"

Nebuxadnessar nav û mafên hersê hevalên ciwan dîsa da wan. Ji ber vê yekê navdariya wan bêhtir zêde bû.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Nebûkaxnessar çi ferman da?

  2. Hevalên Daniyêl çima peresîn û hebandina peykerê zêrîn red kirin?

  3. Xweda ew çawa rizgar kirin? Berteka Nebûxadnassar çawa bû?

45. Tenûra Sor û Sincirî00:00 / 04:54