Daniyêl û Dostên Wî

Daniyêl û Dostên Wî

Pirtûka Pîroz, Daniyêl, Beş 1.

Daniyêl ji bo xwe gemarî neke nexwest ji xwarina ku padîşah ji wan re veqetandiye bixwe û ji şerabê vexwe. Ji bo ew xwe ji vî aliyî ve paqij bigire wî ji peywirdarê qesrê tika kir. Xweda kir ku peywirdarên qesrê bi awayekî xweşik û bi hezkirin bi Daniyêl re tevbigerin.

Li qesra Nebuxadnessar çend xortên cihû hebûn. Ew ji malbatên qedirbilind û esîl hatibûn. Planeke taybet a padiîşêh ji bo wan hebû. Wî biryar da ku di nava sê salan xortan fêrî zimanê kildanî û zanista fenê bike. Bi vî awayî ew ê di dahatûyê de bibûna şêwirmendên wî.

Navê van ciwanan Daniyêl, Henanya, Mîşael û Azarya bûn. Lêbelê ji bo koka wan a cihûtiyê ji holê were rakin navên nû li wan hatin kirin: Belteşasar, Şadrak, Meşak û Abed-Nego.

Her çar heval di esaretê de jî, bawerî bi Xweda dianîn û jê re dua dikirin. Wan di serî de biryar da ku xwe bi xwarin û şeraba padîşahiyê ji aliyê olî ve qirêj nekin.

Xweda ji bo mêrxasî û dilsozîya wan ciwanan ew pîroz kirin. Xweda zanyarî, hişmendî, zanîn, hişekî vekirî yê lêkoler û qeşengiyek da wan. Danîêl bi saya Giyanê Xweda dikarîbû her cure xewn û xuyangan şîrove bike. Rojekê wî xewna Nebûxadnessar a ku tu kesî nikarî bû şîrove bike, şîrove kir. Padîşah gelekî di bin bandora vê de ma. Daniyêl got ku naxwaze ji bo xwe parekê ji vê derxîne. Wî wisa

got: "Bi rastî jî ev ji Xweda ye." Ji loma Nebuxadnessar Xwedayê rastîn, Xwedayê Daniyêl rûmetdar kir.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Nebûxadnessar kî anî qesra xwe? Navê wan çi bû?

  2. Ji bo xortan çi cure plansazî hebû?

  3. Xortan çi biryar da?

44. Daniyêl û Dostên Wî00:00 / 02:17