Mişextiya Babîlê

Mişextiya Babîlê

Pirtûka Pîroz, Padîşahên Duyemîn, Beş 24.

demê serbazên Padîşahê Babîlê Nebûxadnessar ber bi Orşelîmê ve meşiyan û ew dorpêç kirin... Wî hemû xezîneyên perestgeha Xweda vala kirin... Wekî din pêşengên bajêr ji Orşelîmê mişextî Babîlê kirin.

Di ser rêveberiya welat a Padîşah Silêman a di nava xêr û bereket û dewlemendiyê de sê sed sal derbas bûbû. Piştî mirina wî welat li du beşan hat veqetandin. Orşelîm weke bajarê herî girîng ma. Qesra padîşah û ya girîngtir perestgeha ji aliyê Silêman ve hatibû çêkirin jî li wir bû. Wê demê welat bi navê Cihûdayê dihat naskirin.

Mixabin ne padîşah û ne jî gel guh dan fermanên Xweda. Wan dev ji Xweda berda. Wan xwedavendên qelp û sexte û pût û sanem hebandin. Xweda pêxember bi ser wan de şandin. Pêxemberan erza gel şikenandin ku tobe bikin û poşman bibin lê gel guh neda wan.

Di dawiyê de Xweda hikmê xwe li ser Îsraêlê da û babîliyan welat dagîr kir.

Padîşahê Babîlê Nebûxadnessar dijminê herî mezin ê cihûyan bû. Ew bi artêşa xwe re hat Orşelîmê. Wî padîşahê wir dîl girt. Wî hemû alavên zêr û zîv ên perestgehê derxistin û ew birin perestgeha xwe ya li Babîlê ava kiribû. Babîliyan hemû xezîneyên perestgeh û qesra Silêman birin. Wan piştî ku li terşûtalanên qesra padîşah, perestgeh û malên cihûyên herî rumetdar xistin wan ew der hemû şewitandin.

Xort, kurên padîşah û mîrên cihûyan, heft hezar leşkerên cihû yên herî baş, hemû xerat û hesinkar ji aliyê Nebûxadnessar ve hatin desteserkirin û li Babîlê hatin mişextkirin.

Bi vî awayî Orşelîm û Cihûda ket bin serweriya Nebûxadnessar. Xweda li ser gelê serhildêr û gunehker hikmê xwe dabû. Wexta ku ew dîl dihatin girtin tişta ku ji gelê îsaraîlî dihat xwestin ku fêr bibin ev bû: Reb Xweda yekta ye û pût îlahên qelp û sexte ne.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Îsraîlî dilsozê Xweda bûn?

  2. Dijminê herî mezin ê cihûyan kî derket?

  3. Babîliyan li Orşelîmê çi kir?

43. Mişextiya Babîlê00:00 / 02:45