Gelê Nînovayê Tobe Dike

Gelê Nînovayê Tobe Dike

Pirtûka Pîroz, Ûnis, Beş 3.

Gelê Nînovayê ji Xweda bawer kir. Wan rojî ragihand û ji hûr û giran xwe li kulavan pêçan... Belkî wî wextî Xweda fikirê xwe biguhere û li me were rehmê û xezeba xwe ji ser me bide aliyekî dinê.

Di nava çend hefteyan de Ûnis gihîştibû Nînovayê. Li kolanên bajêr geriya û weaz dan li ser tiştên ku Xweda jê re gotine.

Wî wisa got, "Di nava çil rojan de wê Nînova bê tinekirin."

Jê re gelekî ecêb dihat ku tu kes li dijberî dernediket û tinazê xwe pê nedikirin. Tu kesî êrîş û gef lê nedixwar. Berevajî vê gel jê bawer kir. Cezayê ku bihîstibûn ji wan re dadmendane hat. Ji ber ku wan bi gelek gelan re şer kiribûn û xerabî bi wan kiribûn. Wan fêhm kir ku tiştên nebaş wê ji wan re nemînin. Ew ê bê ceza nemînin.

Haya padîşah jî ji pêxember çêbûbû. Wî hukmê dabû jî bihîstibû. Padîşah ev ferman da: "Bila her kes hawara xwe bigihîne Xweda.

Belkî wî wextî Ew dilovaniya xwe li me bike û li me bê rehmê. Bila her kes rojî bigire. Weke nîşaneya tobe û poşmaniyê ji dêvla cilûbergên bihabilind bila her kes xwe li kulavan bipêçe."

Ûnis hêvî dikir ku piştî çil rojî Nînova were tunekirin. Lêbelê tiştek neqewimî. Di dawîya rojê de jî Nînona hîn li ser lingan bû. Ûnis bi hêrs bû. Wekî wisa ye wî çima ew qasî weaz li wan kiribû û hikmê Xweda yê dahatûyê ragihandibû? Ev hikm ji bo cezakirina bi mirinê yên mirovên zordest ên Nînovayê bû.

Girê ku Ûnis lê dima pir germ bû. Vê Ûnis hêrs kir. Wexta sibeha din hişyar bû li nêzî xwe rîwekeke mezin dibîne. Ûnis xwe li ber siya pelên rîwekê xwe baştir hîs kir.

Yê ku hiştibû rîwek zû li wir şîn were Xweda bû. Lê roja din Xweda rîwek hişk kir.

Ûnis ewqasî hêvîşikestî bûbû ku xwestibû bimire. Xweda jê re got:

"Rîwek di şevekê de derket û di şevekê de wenda bû. Tu li ber rîwekeke ku te ked nedayê û te mezin nekiriye dikevî. Îca ma Ez li ber bajarê Nînovaya ku ew qas mirov lê dijîn nekevim?"

Wê demê Ûnis fêr bû ku sebr û dilovaniya Xweda çi qasî mezin e ku Wî dixwest her mirovan bibexşîne.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Ûnis li Nînovayê li ser çi weaz dan?

  2. Wexta Ûnis weaz didan nînovayiyan bertekên çawa didan?

  3. Xweda çi bi Nînovayê kir?

42. Gelê Nînovayê Tobe Dike00:00 / 03:11