Ûnis Direve

Ûnis Direve

Pirtûka Pîroz, Ûnis, Beşên 1-4.

Peyva Xweda ji Unis re hat... "Here bajarê mezin ê Nînovayê û gel hişyar bike ji ber ku xerabiyên ew dikin wextî bigihîjin heta ber mivn û bilind bûne." Lêbelê Ûnis hewl da ji pêşberî Xweda bireve Tarşîşê...

Di heyamên berê de Xweda mirovên taybet, pêxember hildibijartin û ew dişandin cem padîşah û gelan ku gotinên Wî ji wan re ragihînin. Divê wan mirovan tiştên ku Xweda ji wan re gotibûn bi cih bianiya. Mirovekî bi navê Ûnis jî yek ji van pêxemberan bû.

Rojekê Xweda fermaneke nedîtî li wî kir.

Xweda jê re wisa got, "Ûnis here Nînovayê û gel hişyar bike." Di destpêkê de Xweda fikirî ku ma gelo Ûnis şaş fêhm kiriye. Nînova bajarê herî mezin ê welatê mezin û bi hêzdar ê cîran ê Asûrê bû. Li wê derê weazkirin ne pêkan bû! Mirovên li wê derê wê henek û tinazê xwe bi wî bikirina. Belkî wan ê li Ûnis bixistina ku

heta bimiriya.

Ûnis biryara xwe da û got, "Ez ê tu carî neçim Nînovayê!" Ji bo ku ew vê peywirê bi cih neyîne biryar da ku ji Xweda bireve û xwe li welatekî biyanî veşêre. Heqê rêya xwe da û li keştiyê siwar bû û keştî bi rê ket.

Di serî de her tişt baş û rêkûpêk xuya dikir û tu pirsgirêk nebû. Lê dema ku bi dûr ketin û li ser deryaya vekirî bi rê ketin bahozeke dijwar li wan rabû. Bi awayekî mezin pêl li deryayê ketin. Deryager ketin nav mitaleyan û wextî keştî noq bibûya binê avê. Wan hewara xwe gihand xwedavendên xwe û ew wisa li ber wan geriyan:

"Haware! Alîkariya me bikin! Me rizgar bikin! Dengê me bibihîzin xwedavendino!"

Lê bahoz bi hemû dijwariya xwe her berdewam bû. Gelo tu dibêjî ku Ûnis dua dikir? Wî dizanibû ku Xwedayê jiyandar kî ye, lêbelê ji ber ku nexwest Xweda wî bibîne dua nekir. Ûnis daket embara keştiyê raza û di xew re çû. Di wê kêliyê de kaptanê keştiyê hat cem wî û ew ji xewê şiyar kir.

"Rabe ji Xwedayê xwe re dua bike heke tu bawer dikî! Ma tu nabînî ku em noqav dibin?!"

Ûnis guman kir û dibe ku bahoz ji ber wî rabûbe. Dibe ku pêwendiya vê yekê bi reva wî ya ji ber Xweda re hebe. Lê dîsa jî wî nexwest bi Xweda re biaxive.

Deryager li ser desteyê keştiyê rawestiyabûn. Gava bû gurgura ba yekî ji wan wisa got: "Werin em pişkê biavêjin! Em têbigîhîjin ku ew bahoz ji ber kê weke ceza Xweda bi ser me de şandiye."

Pişk li Ûnis ket.

Deryageran wisa jê re gotin: "Tu kî yî? Te çi kir? Xweda te ceza dike û ji ber cezayê te bela bi serê me de hatiye!"

Ûnis ev bersiv da: "Ez Xwedayê jiyandar dihebînim ku Wî derya û erd afirandiye. Niha ez ji ber Wî direvim. Wî ez şandim Nînovayê, lê min nexwest herim."

Deryager matmayî manbûn ji ber ku nizanîbûn ku çi bi vî zilamî bikin.

Ûnis wisa got, "Min biavêjin deryayê! Ew ê piştre bahoz biqede. Ji ber ku ez xweş dizanim ku hûn ji ber min di vê bahoza dijwar de asê mane."

Deryageran wisa gotin, ''Na, em nikarin vê bikin." Lê wexta ku dîtin hemû hewldanên wan bi avê de ne wan ji Xwedayê Ûnis ku ew pê nizanin re dua kirin. Bi derbekê re bahoz rawestiya. Di serî de deryager ji vê bawer nekirin. Lê piştre wan li ser desteya keştiyê çongên xwe danîn erdê û ji Xweda re dua kirin. Piştre wan rabû Ûnis avêtin nava deryayê.

Ji nişka ve bahoz hedinî. Di serî de deryager ji vê bawer nekirin. Piştre li ser keştiyê kabokên xwe danîn û spasdariyên xwe kirin. Îca çi bi Ûnis hat? Gelo xeniqî?

Na, nexeniqî! Xweda tu carî qet nexwest ku pêxemberê Wî bimire. Wî xwest ku Ûnis ji gelê Nînovayê re weazê bide. Ji loma Xweda masiyekî mezin dabîn kir ku Ûnis daqûrtîne. Ûnisê pêxember sê roj û sê şevan di zikê vî masîyî de ma. Heta ku ew di zikê masî de ma wî her ji Xweda re dua dikir. Di dawîyê de Xweda

ferman li mêsî kir. Masî Ûnis li peravê danî.

Gava Ûnis gihîşt peravê got: "Xweda çi qas hêzdar e! Ew fermanê dide bahoz û afrîdeyên deryayê û ew bi gotina Wî dikin." Bi vî awayî ew ket ser rêya Nînovayê.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Çima Ûnis nexwest here Nînovayê? Ew çawa revî û çû ku derê?

  2. Çima bahoz rabû?

  3. Çima bahoz rawestiya? Ûnis çawa derket peravê?

41. Ûnis Direve00:00 / 05:59