Şahbanûya Sebayê

Şahbanûya Sebayê

Pirtûka Pîroz, Padîşahên Yekemîn, Beş 10.

Şahbanûya Sebayê ji ber ku bi navê Xweda navdariya Silêman zêde bûbû xwest ku wî bi pirsên zehmet biceribîne.

Navdariya Silêman û gotinên derbarê mîmariya wî ya mezin li hemû dinyayê belav bûbûn. Mirov ji bo mîmariya nûwaza ya perestgehê bibînin û li zanyariya Silêman guhdarî bikin li Orşelîmê li hev civiyan. Di nav wan de şahbanûya Sebayê jî hebû.

Şahbanûya Sebayê gelekî dewlemend bû. Em dikarin vê ji derpêşiya diyariyên ku ji Silêman re kirine fêhm bikin. Heştirên wê bi zêr, bîhnên xweş û micewheran barkirî bûn û hejmareke mezin a xizmetkaran li derdora wan bûn. Silêman pêşwaziyeke padîşahiyê ji vê xanima esîl re kir.

Şahbanûya Sebayê her cure pirs ji Silêman kirin û li ser her tiştên ku di hişê xwe de ne pê re axivî. Silêman bersiva hemû pirsên wê da. Wî bi her tiştî dizanibû. Şahbanûyê çi jê pirsî be wî bersiv daye. Bi vî awayî şahbanûya Sebayê bi xwe bû şahida zanyariya Silêman. Wê qesra ku Silêman çêkiribû, xwarina wan, xanî û cilûbergên xizmetkarên wan û qurbaniyên şewitandinê yên li nava perestgeha

Xweda dîtin. Şahbanû tiştên ku dîtine gelekî ecibandin û heyranî wan ma.

Şahbanûyê bi kelecanî wisa got: "Tiştê ku min li ser zanyarî û dewlemendiya te bihîstin rast in. Lêbelê nîvê van ji min re nehatibûne gotin! Hişmendî û dewlemendiya te li gorî ya ku min bihîstiye bi gelekî zêdetir e. Bila pesindayîn ji bo Xwedayê te yê ku tu kirî padîşah û ji te razî ye, bin. Xweda ev ji bo ku gelekî ji Îsraîlê hez dikir kiriye!"

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Şahbanûya Sebayê çima derkete rêwîtiyeke dirêj?

  2. Wê li Îsraîlê çi dît ku ew ji berê şaşwaz ma?

  3. Şahbanûya Sebayê çi ji Silêman re got?

40. Şahbanûya Sebayê00:00 / 02:40