
Avakirina Perestgehê
Pirtûka Pîroz, Padîşahên Yekemîn, Beşên 5-8.
Xwedayo min biryar da ku ez li ser navê te perestgehekê ava bikim. Ji ber ku Xweda ji bavê min Dawid re sozeke wisa da, "Kurê te yê ku Ez ê li ser textê te rûnînim wê pêrestgehekê li ser navê Min ava bike."
Xweda serweriya Silêman pîroz kir. Welat di nav halxweşiyê de bû. Aşîtiya bi welatên cîran re her berdewam bû. Karekî cidî yê Silêman hebû. Ev peywir avakirina perestgeheke li ser navê Xweda bû. Îsraîlî 480 sal piştî derketina ji Misrê dest bi avakirina perestgehê kirin. Navbeyna Silêman û padişah Hîram ku serweriya Sûr û Sîdonê dikir û hevalekî baş ê bavê wî Dawid bû, baş bû. Wan wisa li hev kirin: Hiram wê ji bo avakirinê dep û kevirên hêja dabîn bikira. Silêman di berdêla vê de wê xwarin ji wî re peyda bikira. Çêkirina perestgehê heft sal domiya. Li gorî plansaziya ku Dawid beriya bimire dabû Silêman perestgeh hat çêkirin. Wekî din Dawid cihê avahikirinê jî diyar kiribû. Ew der çiyayê Moriyayê bû. Berî demeke dirêj Brahîm li vir dilsoziya xwe ya Xweda destnîşan kiribû û Xweda
canê Îshaq bexşandibû.
Perestgeh dabeşî du beşên bingehîn dibû: 'Cihê Pîroz' û 'Cihê Herî Pîroz'. Li cihê herî pîroz Sindoqa Peymanan hebû. Cihê herî pîroz bi qumaşekî stûr ê ketenî ji Cihê Pîroz dihate veqetandin. Her wiha ev ji her tiştên di perestgehê de bilindtir bû.
Li Cihê Herî Pîroz pencere tune bûn. Divê her dem tarî bimaya. Pirtûka Pîroz ji vê derê re wisa dibêje, "Cihê ku Navê Xweda her lê dijî" ji ber ku hebûna Xweda li wê derê bi awayekî nedîtbar bû.
Dema ku hemû xebatên avakirinê bi dawî bûn perestgeh hat pîrozkirin. Silêman bang li hemû rûspî û serok û pêşêngên êl û eşîrên Îsraîlê kir. Wan ê Sindoqa Peymanan bibiriya nava Perestgehê.
Dema kahînan sindoq anîn Cihê Herî Pîroz, ewrek daket perestgehê û navê wê dagirt. Bi vî awayî Xweda hebûna xwe nîşanî gelê îsraîlî kir. Ev nîşaneyeke şênber a li ber çavan bû ku Xweda tişta hatiye kirin erê dikir!
Êdî Silêman piştrast bû ku avahiya hatiye çêkirin bi dilê Xweda ye
Pirsên ji bo gotûbêjê
4 pirsPadişah Hîram çima alîkariya Silêman kir?
Avakirina perestgehê çiqasî ajot?
Cihê Herî Pîroz tê çi wateyê?
Wexta Sindoqa Peymanan anîn perestgehê çi qewimî?