Silêman Zanyariyê Dixwaze

Silêman Zanyariyê Dixwaze

Pirtûka Pîroz, Padîşahê Yekemîn, Beşên 2, 3.

Bi nêzîkbûna mirina Dawid re wî ji kurê xwe Silêman re wisa got: "Ez ê jî mîna her kesî di demeke nêz de ji vê cîhanê veqetim. Bi hêz û bi biryar be. Peywirên ku Xweda dane ber te bi cih bîne. Tu di rêya Wî de bimeşe. Li gor rêbaz, ferman, daxwaz û şîretên wî tevbigere.."

Berî ku Dawidê Padîşah bimire, bang li hemû serokên Îsraîlê yên li Orşelîmê kir. Wî ji wan re got ku ew difikire ku li şûna Konê Hevdîtinê perestgehekê ji bo Xweda ava bike. Lê Xweda ev pê neda çêkirin. Ji ber ku Dawid gelekî şer kiribû û wextê wî tunebû.

Dawid wisa got: "Kurê min Silêman wê ji bo Xweda perestgehekê ava bike. Xweda soz daye min ku Ew ê dest ji Silêman bernede û heke fermanên Wî bi cih bîne, Ew ê her tim wî li ser textê padîşahiyê bigire."

Dawid ferman da her kesî ku îtaetî Xweda bikin û ji wan xwest ku ji dil û can xizmeta Wî bikin. Hemû pêşeng û kurên Dawid sond xwarin ku îtaetî padîşahê nû Silêman bikin.

Xweda Silêman pîroz kir. Silêman bû padîşahekî hêzdar. Ne tenê gelê wî, gelên cîran jî jê hez dikirin û hurmet jê re digirtin.

Di destpêka serwerîya xwe da Silêmanê mitewazî û minetdar daxwazek ji Xweda kir. Bi şev Xweda di xewê de hat xewna wî û jê re wisa got:

"Ka ji min re bibêje tu çi dixwazî ku ez bidim te."

Silêman wisa got, "Te her dem piştgiriya bavê min dikir. Niha li şûna wî Te ez kirim padîşah. Lê ez pir ciwan û bê tecrîbe me. Xwedayê min, dilekî wisa baş bide min ku ez bikarim qencî û xerabiyê ji hev cuda bikim û rêberiya gelê xwe bikim. Lê naxwe kî dikare vî gelê te yê mezin bi rê ve bibe?"

Xweda ev bersiv da Silêman: "Ez ê tiştê tu dixwazî bidim te, ji ber ku te ji xwe re temendirêjî û dewlemendî nexwestiye. Ji bilî vê Ez ê ewqasî dewlemendî û şanaziyeke bidim te ku tu kes wê nikaribe bibe weke te. Heke tu jî weke bavê xwe Dawid li gorî ferman û rêûrêbazên Min tevbigerî Ez ê temenekî dirêj jî bidim te."

Silêman ji xew rabû û spasiya Xweda kir ji ber tiştên ku di xewnekê de soz dabûne wî.

Rojekê du jin bi pitikekî hatin cem padîşah. Wan xwest ku padîşah li her duyan guhdarî bike û li gorî vê wan bidarizîne. Jinekê ji wan wisa got: "Em li heman malê dijîn. Di heman demê de zarok ji me re çêbûn. Şevekê kurê vê jinê dimire. Dema ku ew fêm dike kurê wê miriye wexta ez razayî ew kurê min ji ber pêsîra min digire û zarokê xwe yê mirî dixe cihê wî."

Jina din got, "Na! Zarokê zindî yê min e. Yê mirî yê te ye."

Li ber padîşah ew wisa ketin qirqa hevdûn.

Ev rewşeke ku biryardana wê zehmet bû. Her kes li benda biryara padîşah ma. Silêman ji xulamê xwe re got: "Ka şûrekî bînin pitik di nîvî re bikin du parçe û her nîvekî bidin wan."

Dayika rastîn a zarokî got: "Weyla ezbenî, zarokê nekujin! Bidine wê!"

Jina din jî wisa got, "Bila zarok ne ji min re û ne jî ji te re be. Bila wî bikin du qet!"

Bi vî awayî padîşah pê derxist ku kîjan jin dayika zarok e. Jina pêşî dayika zarok bû!

Hemû gelê Îsraîlê biryara biaqilane ya padîşah bihîst. Gel zêdetir ji padişah re hurmet nîşan da. Ew têgihîştin ku ji bo rêvebirineke dadmendane ew xwedî zanyariya ji Xweda bû.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Xweda çima nexwest Dawid perestgehê çêbike?

  2. Silêman ji Xweda çi xwest?

  3. Silêman nakokiya di navbera jinan de çawa çaraser kir?

38. Silêman Zanyariyê Dixwaze00:00 / 04:42