Sindoqa Peymanan ya li Çiyayê Siyonê

Sindoqa Peymanan ya li Çiyayê Siyonê

Pirtûka Pîroz, Samûêlê Duyemîn, Beş 5:7-11, Dîrokên Yekemî, 13;15;16

Dawid ji hemû gelê îsraîlî re wisa got: "Heke hûn bêjin erê û ev bi dilê Xweda be jî... Em Sindoqa Xwedayê xwe bi şûn de bînin"... Girseyî ev pêşniyar pesend kir.

Di dawiyê de weke ku Xweda xwestibû Dawid bû padîşah. Ew li Beytlehemê ji dayîk bû. Wî li wir pez çêrand. Lê wexta ew bû padîşah wî bar kir Orşelîmê.

Orşelîm bajarekî xweş bû. Li ser gelek giran bi ava bûbû. Navê girekî ji wan jî bi Çiyayê Siyonê bû. Dawid qesra xwe ya padîşahiyê li ser vî çiyayî ava kir. Wî ji Xweda pir hez dikir. Ji ber vê yekê wî xwest ku li nêzî Sindoqa Peymanan be. Niha dema birina sindoqê ya çiyayê ber Siyonê ve hatibû.

Bi Dawid re gelek kahîn hatin. Û gel jî da pey padîşah. Wan ev çalakî bi hemû qeweta xwe pîroz kirin, awazên stranbêjiyê li gel stranbêj, newa, çeng, zingil û erbane stran ku Xweda birûmet bikin. Dawid bi wan re çû û li çenga xwe xist. Piştrê Leviyan Sindoqa Peymanan hilgirtibûn.

Çiqas xweşik bû! Rûmetdarkirina Xweda ya ji aliyê gel ve cihê xweşhaliyê bû! Gelek mirov derketin derve ku pêşwaziya qefleyê bikin. Wan dibihîst ku Dawid Xweda dihebîne û li çengê dixe. Dawid wê rojê gelekî bextewer bû!

Sindoq birin Çiyayê Siyonê. Serê çiyê bi sûr û dîwaran hatibû rapêçandin û gelek deriyên sûran hebûn. Wexta qefle nêzîk bû deriyê bingehîn heta dawiyê vebû. Bi vî awayî padîşah û Sindoqa Peymanan di derî ve derbasî hundir bû. Berî niha Dawid ferman dabû ku cihekî taybet ê bi perdeyan hatiye rapêçan amade bikin. Sendoqek wê li vir bihatana bicihkirin. Wan strana 'Rûmeta ji Bo Xweda!' ku ji aliyê Dawid ve hatiye nivîsandin distrandin. Wê rojê padîşah li çiyayê Siyonê qurbanî pêşkêşî Xweda kirin û gelê îsraîlî pîroz kir.

Dawid gelekî dilxweş bû ji ber ku êdî Sindoqa Xweda nêzî qesra wî bû. Muzîkjenan her roj li ber sindoqê stranên spasdariyê distrandin. Dawidê Padîşah her dem ne li qesra xwe bû. Divê wî bi Filîstî û dijminên din ên Îsraîlê re şer bikira. Lê her carê Xweda li pêşberî dijminên wî serkeftin da wî û gelê xwe. Wexta ew vegeriya Çiyayê Siyonê ji ber serfiraziyê spasiyên xwe ji Xweda re anîn zimên.

Pirsên ji bo gotûbêjê

2 pirs
  1. Qesra Padîşahiya Dawid li kîjan bajarî hatibû ava kirin?

  2. Dawid ji ber anîna Sindoqa Peymana çawa kêfxweşiya xwe anî ziman?

37. Sindoqa Peymanan ya li Çiyayê Siyonê00:00 / 03:33