
Şikeft
Pirtûka Piroz, Samûêlê Yekemîn, Beş 24.
Tu îro bi çavên xwe dibînî ku Xweda te di şikeftê de radestî min dike... Lê min tu strandî û got, "Ez ê destê xwe li mîrê xwe ranekim ji ber ku Xweda ew rûn kiriye."
David neçar ma ku herdem li cihekî ewle bigere. Ew biçûya ku derê yekser dihat naskirin ji ber xeberên li ser wî gihîştibûn deverên dûr û ber belav bûbûn. Di demeke nêz de, zêdetir serbaz li dora Dawid civiyan.
Şevekê li çiyê li ber şikefteke mezin rûniştibûn. Ew şikeft cihê wan ê veşartinê bû. Wan dîtin ku artêşeke mezin nêzî wan dibe. Dawîd got, "Ev Şawûl e, hebe nebe li kuştina min digere. Xwe veşêrin!"
Leşker ji bo xwe veşêrin yekser bi dizî ketin nava şikeftê. Mihafizek li ber derî ma piştre ew jî li pey ên hundir çû.
Mihafiz bi kelecan wisa got: "Padîşah bi xwe tê vê derê. Dawid ev ji te re şansek e! Tu dikarî wî bikujî! Ew niha bi tena serê xwe ye û nikare xwe li ber te ragire. Bi vî awayî sê hezar leşker wê serî li ber te bitewînin."
Dawid got, "Hiş be." û peyva wî birî.
Her kes bêdeng bû. Wan di tariyê de bi baldarî li deriyê şikeftê temaşe dikirin. Şawûl bi cibeya xwe ya padîşahiyê xuya kir.
David bi hêdîka got, "Li vir bimînin!" û bi baldarî bi pêş ve çû. Şawûl li qiraxa latê wenda bû. Gava Dawid hêdî hêdî ber bi wî ve çû dawa cibeya Şawûl dît. Dawid şûrê xwe kişand û ji dawa cibeyê Şawûl parçeyek jê kir û bêyî ku bê dîtin vegeriya cihê xwe.
Serbazan bi dengekî nizm jê re wisa gotin, "Te çima Şawûl nekuşt?"
Dawid wisa got, "Ez kesekî ku Xweda neqandiye û ew rûn kiriye nakujim."
Û leşkeran gotin, "Lê Xweda ew berî demeke dirêj red kir û tu hilbijartî! "
Dawid wisa got: "Ev rast e. Xweda wê di demeke ku Wî diyar kiriye de ji bo serweriyê min erkdar bike. Ji loma min nexwest ez yekser serdest bibim."
Her kesî li derî dinerî. Padîşah ji şikeftê derket.
Dawid ferman li serbazên xwe kir û got, "Li vir bimînin!" û li pey Şawûl derket.
Dema ji tarîbûna şikeftê derket wî Şawûl bi leşkerên wî re dît. Wî gazî lê kir, "Ezbenî, padîşahê min!" ji bo ew wî şanazdar bike xwe daqûl kir û deverû xwe avêt erdê. "Ma tu difikirî ku ez çima naxwazim ziyanê bidime te? Heke min bixwesta min dikaribû te bikuşta."
Dawid parçeyê dawa kirasê padîşah ê ku wî jêkiribû nîşan da. Şawûl tirsiya bû û li dawa cibeyê li xwe kiribû nihêrî. Bi rastî jî perçeyek jê hatibû qetandin! Wî dest bi girî kir.
Dengê wî bi lerizîn wisa got, "Tu mirovekî ji min çêtir î! Her çiqasî ku min xerabî bi te kiribe jî, te bi her qenciyê li min vegerand. Niha ez têgihîştim ku bi rastî jî tu yê bibî padîşah. Sond bixwe ku tu yê malbata min nekujî!"
Dawid bi dengekî bilind got, "Ez sond dixwim."
Şawûl di bin bandora dilpakiya Dawid de ma. Gazî li leşkerên xwe kir û ferman da wan ku dev ji Dawid berdin. Artêş vegeriya. Dawid ji dûr ve li wan nihêrî.
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsDawid xwe li ku veşart?
Dawid çilo bi Şawûl re tevgeriya?
Çima Dawid Şawûl nekuşt?