Şawûl û Dawid

Şawûl û Dawid

Pirtûka Pîroz, Samûêlê Yekemîn, Beş 19:1-10

Şawûl ferman li kurê xwe Yonatan kir... ku Dawid bikuje, Lê Yonatan gelekî ji Dawid hez kir.

Dawid piştî ku Golyat têk bir li qesrê ma. Herwiha padîşah destûr dayê ku li ser heman sifreyê pê re xwarinê bixwe. Dawid bi padîşah re sohbetên dirêj kirin, û carinan Şawûl li şîret û pêşniyara wî guhdar dikir. Bi demê re Dawid fêrî bikaranîna çekan bû û ew bû şervanekî bêkêmasî. Şawûl û hemû endamên qesrê gotinên Dawid gelekî diecibandin. Herdem bi ya wî dikirin û di dawiyê de Dawid

weke serfermandarê arteşa padîşahiyê hat peywirdarkirin. Wê demê ji Dawid re tiştekî din ê girîng jî dostaniya wî ya bi Yonatan re bû. Kurê Şawûl, Yonatan hevalê wî yê herî baş bû. Piştî şer Yonatan ji Dawid re wisa gotibû: "Ji kerema xwe rahêje şûr, kevan û zirxê min. Tu van weke sembola hevaltiya me qebûl bike."

Ji wê rojê ve Dawid û Yonatan bûn du hevalên gelekî nêz û dilsoz. Her duyan jî qîmeteke mezin didan hevaltiya xwe.

Gel ji Dawid jî pir hez kir. Heyraniyeke gelekî mezin bi dest xist. Mêr û jin û zarok, keç û xortan li kolanan ji Şawûl bêhtir pesnê wî didan. Vê yekê padîşah gelekî aciz kir û ew ji ber vê gelekî hêrs bû. Rojekê, dema Şawûl û Dawid bi hev re xwarin dixwarin padîşah dîsa hêrs bû. Dawid yekser bi çenga xwe girt û hewl da Şawûl bi

muzîkê aram bike. Lê vê carê ev bi kêr nehat ji ber ku Şawûl ji Dawid didexisî. Wexta ku wî dît xortek li pêşberî wî di destan de çengek heye nema xwe ragirt. Wî rahişt rimê li dîwêr spartî û di Dawid de wer kir. Lê xortik xwe tewand û ji ber rim xwe parast. Givênî ji rim hat û bi lez çû di dîwer de çikiya. Vê yekê hişt ku Şawûl zêdetir bi hêrs bibe. Wî rahişt rimekî din, heke Dawid xwe nedabûya aliyekî Şawûl wê ew bikuşta.

Padîşah bi dengekî bilind got, "Êdî ez naxwazim nema Dawid bibînim! Bila li cihekî dûr bi filîstiyan re şer bike!"

Şawûl tirsiya bû ji ber ku wî fêhm kir ku Xweda bi Dawid re ye. Ji loma wî xwest Dawid bişîne devereke dûr.

A rastî, Şawûl li ser soza xwe ya roja şerê bi Golyat re mabû. Wî keça xwe Mîkal dabû Dawid û ew bûbû hevjîna wî.

Lê Dawid neçar ma ku bireve ji ber ku Şawûl ne tenê xwest ku ew bê mişextkirin. Wî yê Dawid bikuşta. Yonatan ji Dawid re ev tişt gotin.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Pêwendiya di navbera Dawid, Yonatan û Şawûl de çawa bû?

  2. Şawûl çima nefret ji Dawid dikir?

  3. Şawûl xwest çi bi Dawid bike?

35. Şawûl û Dawid00:00 / 03:35