
Derbaskirina Çemê Şerîayê
Pirtûka Pîroz, Yêşû, Beşên 3, 4.
Piştre Yêşû ji gel re wisa got: Xwe pîrozwer bikin ji ber ku Xweda wê sibe di nav we de nîşaneyan çêbike."
Serê sibehê Yêşû û hemû gelê îsraîlî hatin ber Çemê Şerîayê. Wan li ber qiraxa çêm kon vedan û amadekarî kirin ku ji çêm derbas bibin. Yêşû ji gelê îsraîlî re got ku bila ew xwe pîrozwer bikin ji ber ku Xweda wê nîşaneyê ji wan re bike.
Roja din Xweda ji Yêşû re wisa got:
Weke ku ez çawa bi Mûsa re bûm îro ez ê te li ber çavên hemû gelê îsraîlî bi rûmet bikim ji bo ku ew têbigihîjin ku ez bi te re me. Vê fermanê li kahînan bike ku wexta ew hatin ber qiraxa çêm, 'Dema hûn hatin ber keviya Çemê Şerîayê di nava avê de hinekî bi pêş bikevin û piştre rawestin."
Yêşû ji kahînan re got ku bila Sindoqa Peymanan li milê xwe bikin û bînin pêşberî gel. Wî ji xelkê re jî wisa got:
"Îro hûnê mucîzeya Xweda bibînin û hûn ê bizanin ku Xwedayê jiyandar di nav me de ye! Sindoqa Peymanan wê berî we ji Çemê Şerîayê derbas bibe. Niha ji
her serê êl û eşîrekê îsraîlî ji xwe re duwazdeh zilaman bineqînin. Peywireke taybet wê ji wan re bê dayîn! Çawa ku ew tengî ava çêm bibin av wê qut bibe. Li aliyekî av wê li ser hev bibe gom."
Dema ku kahînên ku Sindoqa Peymanan hilgirtibûn lingên xwe avêtin nav çêm ava ku ji jor ve diherikî qut bû. Li cihekî ji kanînan dûr av lê bû gom. Li aliyê din av heta ku bi giştî qut bû herika xwe berdewam kir. Rêyeke fireh li ber wan xuya bû û kahînan sindoq birin nîvê çêm. Li wir rawestiyan. Li bendê man ku gel derbas bibe. Hemû gelê îsraîlî di rêya nava çemê ziwa de derbas bûn. Wan xwe gihand
qiraxa din a Çemê Şerîayê.
Xweda ferman da duwazdeh mirovên ji her êl û eşîrên îsraîlî ku rahêjin kevirekî ji nav çemê ku niha bi lingên xwe bi xurtî pê lê kirine. Ev cihê ku kahînên îsraîlî pê lê kiribûn cihê ku gelê îsraîlî wê şevê lê derbas bike bû. Wekî din Yêşû di nîvê Çemê Şerîayê de li cihê ku duwazdeh kahînên Sindoqa Peymanan li milê xwe kiribûn duwazdeh kevir daçikandin.
Û hemû mirov derbasî aliyê din ê Çemê Şerîayê bûn. Kahîn bi Sindoqa Peymanan derbasî peşberî gel bûn. Piştî ku kahîn ji Çemê Şerîayê derbas bûn ava çem weke berê li herika xwe berdewam kir û xwe li qirax û çeperan xist. Mirov nîşaneya Xweda gelekî ecibandibûn û lê heyirî û matmayî mabûn. Ew li bajarê Gîlgalê ku li ser sînorê rojhilat ê Erîhayê ye bi cih bûn. Yêşû duwazdeh kevirên ku berî niha
duwazdeh zilaman anîbûn daçikandin û ji girseyê re wisa got:
"Heke rojekê zarokên we ji we bipirsin ku 'wateya van keviran çi ye?' Hûnê ji wan re wisa bibêjin, 'Ava Çemê Şerîayê li ber Sindoqa Peymana Xweda qut bû. Ev kevir wê bibin abîdeyeke daîmî ya herheyî. Ji bo hemû gelên li ser rûyê erdê bizanibin ku Xweda çiqasî hêzdar e. Û hûn jî her dem ji Xwedayê xwe bitirsin."
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsLi pêşiya gel ên ku Sindoqa Peymanan hilgirtibûn û ji çêm derbas dibûn kî bûn?
Çi bi ava Çemê Şerîayê hat?
Li perava Çemê Şerîayê kîjan abîde hatiye daçikandin? Wateya vê çi bû?