Rahav û Sîxûr

Rahav û Sîxûr

Pirtûka Pîroz, Yêşû, Beşên 1, 2.

Bihêz û wêrek be. Ji ber tu yê gel bibî welatê ku min ji bavûkalên we re weke mîras soz dayî. Bes tenê tu hêzdar û cegerdar be. Hay jê hebe tu Qanûna Pîroz ku evdê min Mûsa ji te re gotiye bi cih bînî. Tu herî ku derê ji vê qanûnê dûr nekeve ji bo tu bi ser kevî.

Piştî mirina Mûsa, Yêşû dest pê kir ku gelê îsraîlî ji bo çûna Welatê Sozdayî amade bike. Xweda jê re soz da û got ku heke li gorî fermanên Wî tevbigere û bihebîne Ew ê alîkariya wî bike.

Xweda ji Yêşû re wisa got: "Bihêz û wêrek be, ji ber ku tu herî ku derê ez ê her bi te re bim."

Yêşû ji gel re got ku ji bo sê rojan qawit û kumanya ji xwe re amade bikin ji ber ku ew ê di Çemê Şerîayê re derbas bibin. Ew biçûna cihê ku Xwedê soz dabû wan, Welatê Sozdayî.

Yêşû pir baldar bû. Wî biryar da ku du sîxûrên xwe ji pêşî ve bişîne ku li welêt binêrin ku di çi rewşê de ye. Sîxûran bi taybetî wê li bajarê Erîhayê lêkolîn bikira. Sîxûrên ciwan ketin nava bajêr û şevekê li mala jina bi navê Ravahê man. Mala jinê di nav sûrên bajêr de bû.

Haya padîşahê Erîhayê ji vê serdanê çêbû û wî ji serbazên xwe re got ku îsraîliyan desteser bikin. Lê Ravahê sîxûr li ser banê mala xwe veşartin û ji zilamên padîşah re wê wisa got: "Belê, zilam hatin ba min lê piştre ez nizanim ew bi ku derê ve çûn. Dema tarî ket erdê zilam çûn. Heke yekser hûn li pey wan herin hûn ê wan bigirin."

Serbazên padîşah çûn ku bidin ser pişta îsraîliyan. Ravahê derket ser banê xênî û ji mêvanên xwe re wisa got:

Ez dizanim ku Xweda ev welat daye we. Her kesê li vir dijî ji we ditirsin. Dema ku hûn ji Misrê derketin me nîşaneya ku Xweda pêk anî bihîst. Me bîhîst ku çawa Xweda li ber we Deryaya Sor ziwa kiriye. Em gelekî ditirsin, ji ber ku Xwedayê we Reb hem li ezmanên jor û hem jî li ser rûyê erdê yê jêrîn e. Min qencîyek ji we re kir. Hûn jî soz bidine min ku hûn min û malbata min ji mirinê rizgar bikin. Nîşaneyeke ewledar a baweriyê bidin ku hûn ê vê bikin."

Sîxûran soz dan ku Rahav û malbata wê dê di ewlehiyê de bin. Rahav ji wan re bû alîkar ku bi werîs ji şibakeyê dakevin xwarê. Wexta ku sîxûr çûn benekî sor dan Rahavê ku bi şibakeya xwe ve bike. Ev ê ji wan re nîşanek bûya. Ev nîşane wê diyar bikira ku her kesên li nava malê sax bimînin. Piştre zilam ji bajêr derketin.

Ew bi silametî gihîştin cem Yêşû. Her tişt jê re vegotin û di dawiyê de wisa lê zêde kirin:

"Bi rastî jî Xweda hemû welat bi dev me ve berdaye. Her kesên li wê derê dijîn ji tirsa qidûmşikestî bûne."

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Xweda soza çi da Yêşû?

  2. Yêşû berî ku bikeve welatê Kenanê çi kir?

  3. Sîxûr çawa sax filitîn?

27. Rahav û Sîxûr00:00 / 03:42