Dagirkirina Erîhayê

Dagirkirina Erîhayê

Pirtûka Pîroz, Yêşû, Beşên 5, 6.

Xweda ji Yêşû re wisa got: "Vaye ez Erîhayê, padîşahê wê û serbazên wê yên leheng radestî te dikim."

Ji ber ku gelê Erîhayê ji gelê Îsraîlê ditirsiya deriyên bajêr bi ser xwe de kilît kirin. Tu kes ne derdiket derve û ne jî diket hundiro. Xweda ji Yêşû re wisa got: "Min Erîha û qral û gelê wê radestî te kirin. Hûn ên şervan rojê carekê li derdora bajêr şeş rojan bigerin. Bila her heft kahînên Sindoqa Peymanan hilgirtine rahêjin boriyan û li pêş bimeşin. Di roja heftemîn de heft caran li derdora bajêr bigerin û di vê navberê de kahîn bila li boriyên xwe bixin. Di vê demê de divê ew gotinekê nekin. Tenê bi fermana te bila gel bi dengekî qîrewîrê bike. Wê demê sûr û bedenên bajêr wê hilweşin û serbaz wê ji aliyên cuda ve têkevin nava bajêr."

Yêşû fermanên Xweda ji serbaz û kahînan re ragihandin. Wekî din wî diyar kir ku hemû zêr, zîv û tûnc û alavên ji hesin hatine çêkirin di riya Xwedê de terxan kirine. Yêşû gel hişyar kir. Heke ew ji bajêr tiştekî bibin ew ê bi mirinê bên cezakirin.

Gelê îsraîlî her tişt li gorî xwestek û dilê Xweda pêk dianî. Piştre artêşa îsraîlî derkete ser rê. Heft kahîn bi boriyên xwe li pêşiya her kesî dimeşiyan û piştî wan kahînên ku Sindoqa Peymanan hilgirtina li wan dişopandin. Îsraîliyên mayî li boriyên xwe dida û li pey wan dimeşiyan. Yêşû ji wan xwest ku heta ku ew bi xwe fermanê nede tu kes peyvekê neke.

Şeş rojan rojê carekê bi awayekî bêdeng ew li dora bajêr geriyan. Serê sibeha roja heftan ew dîsa bêdeng li dora bajêr geriyan lê vê rojê ew heft caran li dora bajêr geriyan. Dema cara heftemîn a gera li derdora bajêr bi dawî bû kahînan dengê boriyên xwe bilind kirin û Yêşû jî ji wan re got, "Biqîrin!"

Her kesî bi dengekî bilind qîriya. Ji nişka ve sûr û bedenên bajêr ên bi zexm hejiyan, kevirên mezin ji dîwêr ketin û şikiyan û parçe bûn. Bi vî awayî bedenên kelehê hilweşiyan. Tenê beşek ji dîwaran mabû ev der jî cihê ku mala Rahavê lê bû.

Di wê demê de îsraîliyan êrîşî bajêr kir û yekser ew girtin. Yêşû ji du sîxûran xwest ku Rahav û malbata wê derxînin derveyi bajêr,ji ber ku wan wisa soz dabû Rahavê. Sîxûrên ciwan ew dîtin û anîn arteşgeha îsraîliyan a li Gîlgalê. Di vê navberê de bajarê Erîhayê bi giştî şewitî û tune bû.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Îsraîlî divê çend rojan li dora bajêr bigeriyana?

  2. Yên li pêşiya wan meşîn kî bûn? Ew çend kes bûn?

  3. Rahav û malbata wê çima sax man?

29. Dagirkirina Erîhayê00:00 / 03:33