
Marê Tûncîn
Pirtûka Pîroz, Hejmartin, Beş 21:4-9
Xweda ji Mûsa re wisa got: "Tu ji xwe re marekî çêbike û deyne ser darikekî.
Her kesên ku mar pê vedaye gava lê binihêrin wê sax bibin."
Îsraîlî demeke dirêj li çolê geriyan. Dema ku gelê Îsraîl nêzî axa Kenanê dibûn ewr ber bi aliyê din ve diçû. Ji loma ew neçar diman vegerin çolê. Ew zêde ji ber vê rewşê bêzar bûbûn ji ber ku di hemû jiyana xwe de xwestibûn biçin Welatê Sozdayî. Heke îbraniyan bêzarî nekiriya Xweda wê ew ji zû ve bibiriya axa Kenanê. Lêbelê Xweda xwest wan ceza bike û nehişt ew bikevin nava axa Kenanê.
Rojekê dîsa ew li hemberî Xweda û Mûsa serî hildan û wisa gotin:
"Te çima em ji Misrê derxistin? Em ê li çolê ji birçîna bimirin. Li vir ne nan û ne jî av heye. Bi ser halan de em ji ber vê xwarina kirêt bêzar in."
Ji bo cezakirina wan Xweda marên bi jehrîn bi ser wan de şand. Dema ku mar hatin bi gelek kesan vedan û ew mirin.
Îsraîliyan ramana xwe guherandin û ji Mûsa re wisa gotin: "Me guneh kirin ku em ji te û ji Xweda bi gilî û gazin bûne. Tu here li ber Xweda bigere ku ji nav me van maran biqewirîne."
Mûsa ji bo gel dua kir. Xweda dûayên wî bihîst û wisa got, "Tu marekî tûncîn çêbike û deyne ser stûnekî. Tu ji gel re wisa bibêje: 'Her kesê ku mar pê vedaye gava lê binêrin û ew ê bên saxkirin."
Her kesê ku mar pê ve dabû ji her aliyên cihê ku lê diman ve marê tûncîn dikarîbû bibîne. Dema ku wan li mar dimeyzandin sax dibûn dîsa xurt dibûn û tenduristiya xwe ji nû ve bi dest dixistin. Îsraîliyên baweriya xwe bi Xweda anîn û li marê tûncîn meyzandin rihet bûn û Xweda hebandin. Lêbelê, mixabin her kesî ji vê bawer nekir. Ew fikirîn ku tenê lênihêrtina li marê tûncîn têrê nake ku sax bibin. Wan bawer nekir û li marê tûncîn nenihêrtin û mirin. A rastî yê ku ew rizgar kirin ne marê tûncîn bû lê Xweda bû! Tenê tişta ku Xweda ji wan dixwest ew bû ku ji Wî bawer bikin û ew bi dilxwazî bihêlin ku Xweda wan rizgar bike.
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsWexta ku îsraîlî zêde li çolê man çi kirin?
Ji bo ku mirovan ceza bike Xweda çi bi ser wan de rê kirin?
Xweda çi ferman da Mûsa ji bo ku mirovên mar bi wan ve daye rihet bibin?