Ava ji Latê Derdikeve

Ava ji Latê Derdikeve

Pirtûka Pîroz, Hejmartin, Beşên 20:1-13, 22-29

Xweda ji Mûsa re got, "Rahêje gopalê xwe, tu birayê xwe Harûn girseyê li hevdûn

bicivînin. Li ber çavên gel fermanê li latê bikin ku avê bipijiqîne. Ji bo ew û ajalên

wan vexwin hûn ê ji latê avê derxînin."

Îsraîliyan demeke dirêj di nava çolê re derbas bûn, ji cihekî derbasî cihekî din bûn. Rojekê hatin cihekî ku av lê tunebû. Baş e wê demê wan çi kir? Gelo wan ji Xweda re dua kirin, an jî dest bi himehim û bêzariyê kirin? Mixabin, wekî her car, wan di serê Mûsa û Harûn kirine pitepit. Vê demê Xweda ew diceribandin. Gel wisa digot:

"Çima em berê nemirin? We çima em ji Misirê derxistin ku li vê çolê bimirin? Ne hejîr, ne tirî û ne jî fêkiyên din hene. Û herwiha av nîne ku em vexwin!"

Lê wan tiştek ji bîr dikir. Tekane sedema ku hê jî ew li çolê bûn ji ber bêbaweriya wan a bi Xwedê bû.

Mûsa û Harûn ji bêzariya gel aciz bûn. Wan berê xwe dan Konê Hevdîtinê û li devê derî xwe deverû avêtine erdê û dua kirin. Piştî demekê kin Xweda gazî wan kir. Ji Mûsa re wisa got, "Gopalê xwe hilde û gel kom bikin." Ji bo av jê bipijiqe fermanê li latê bike, av wê jê biherike."

Lê Mûsa û Harûn ji gel gelek qeherîbûn. Wan wisa gotin: "Guh bidin me, yên ku serî hildidin. Ma em avê ji vê latê derxin? Piştre destê xwe rakir û bi gopalê xwe du caran li latê xist. Ji latê av pijiqî gel û ajalên wan ji avê vexwarin.

Gelo Mûsa û Harûn tiştekî rast kirin? Mûsa çend xeletî kiribûn. Divê wî li latê nexista, tenê wî ferman li latê bikira! Bi ser de jî Mûsa û Harûn gumanbar bûn ku ma gelo wê ji latê av dernekeve an dernakeve.

Dîsa jî Xweda dilovaniya xwe nîşanî gel da. Lê vê neqilê Wî Mûsa û Harûn ceza kir. Xweda wisa got, "Ji ber ku we ev kiriye, hûn ê tênekevin nava welatê Kenanê."

Ev ceza ji bo her duyan jî giran bû. Mûsa her dem xeyal dikir ku rojekê Welatê Sozdayî bibîne. Li wê xakê Brahîm qurbanîgehek çêkiribû û Xweda hebandibû. Lêbelê piştî vê bûyerê çênedibû ku xeyala wî pêk bihata.

Mûsa gelekî mitewazî bû ji her kesî bêtir aram bû. Gelê îsraîlê her dem li hemberî Mûsa nankorî dikir û ew tawanbar dikir. Lê Mûsa tu carî bi hişkî bersiv neda. Wî tenê carekê bersiv da û wê neqilê wî xwe kontrol nekiribû.

Pirsên ji bo gotûbêjê

4 pirs
  1. Wexta ku av qediya gelê îsraîlî çi kir?

  2. Xweda ji bo ku Mûsa ji latê avê derxîne çi ferman lê kir?

  3. Ji dêvla vê Mûsa çi kir?

  4. Çi ceza li Harûn û Mûsa hat birîn?

25. Ava ji Latê Derdikeve00:00 / 03:28