
Çavdêr
Pirtûka Pîroz, Hejmartin, Beşên 13, 14.
Xweda ji Mûsa re wisa got, "Hinek kesan bişîne bila lêkolîna welatê Kenanê bikin ku ez didim gelê îsraîlî. Ji her eşîreke bav û kalekî weke pêşeng bişîne..."
Yêşû wisa ragihand, "Bi rastî jî erdekî bibereket e."
Mûsa Yêşû bi yazdeh pêşengên êl û eşîretan re rêkir. Wan ê li Welatê Sozdayî lêkolîn bikira. Çil rojî li nava welêt geriyan. Vegeriyan û ji gel re qala erdên bi bereket ên welêt, zozanên hêşîn û daristanan kirin. Wekî din wan bi xwe re şaxekî mêwê ku werşiyek tirî li ser e anîn. Ew qasî mezin bû ku du zilaman şax li ser rotekê hildigirtin. Hemû çavdêran bi yek gotinê re wisa gotin,
"Bi rastî jî li welatê Kenanê şîr û hingiv diherike."
Ji nişka ve dudilî bûn. Di dawiyê de yekî ji wan bi wêrekî wisa got:
"Mûsa çiqasî baş be jî em nikarin êrîşî vê xakê bikin. Ji ber ku mirovên li wir dijîn ji me gelekî hêzdartir in!"
Çavdêrên din jî li ser şêniyên herêmê axivîn. Wan gotin ku ew mirov dirêj in û di nava bajarên bi sûr û beden de hatine rapêçan dijîn.
Girseyê bi hêrs dest bi qîrînê kir. Her kes ji ber ku ew xistibûn rewşeke wisa bêhêvî û neçar ji Mûsa aciz bûn. Ji nişka ve yekî dengê xwe bilind kir. Ev Kalêvê ji eşîra Cihûda bû û herwiha di nav koma çavdêran de bû.
Wî got: "Em dikarin zora wan bibin! Ji min bawer bikin! Lê berî her tiştî hûn bi Xweda bawer bikin! Wî doz da me ku vî welatî bide me. Ew dikare ji me re bibe alîkar!"
Yêşû bi Kalêv re di heman fikrî de bû. Wî wisa got: "Netirsin, wêrek bin! Tirs xetereyê zêdetir dike. Bes tenê hûn li dijberî Xweda ranebin!"
Qîrîna girseyê her ku çû bilind bû û îsraîliyên hêrsbûyî dengên Yêşû û Kalêv birîn. Ewqasî bêzar û bi hêrs bûn ku guh nedidan wan. Lê ji nişka ve her kesî bi zelalî ewr li ser Konê Hevdîtinê dît. Rewnaqdariya Xweda di Konê Hevdîtinê de derketibû holê.
Girseya bi qelebalix û himehim yekser bêdeng bû.
Mûsa ber bi Konê Hevdîtinê ve beziya. Wî dixwest bizanibe ku Xweda wê ji îsraîliyan re çi bibêje.
Darizandina Xwedayê mezin ev bû: "Ji ber ku ew ji min bawer nakin, ez ê wan bi nexweşiyê ceza bikim!"
Mûsa li ber Xweda geriya û careke din xwest ku gunehê gel bibexşîne.
Xwedê wisa bersiv da Mûsa: "Ez ê van mirovan li ser daxwaza te tune nekim. Lêbelê ez ê nehêlim tu kes ji wan ên ku min rewnaqdariya xwe li Misrê û li çolê nîşanî wan daye û hê jî guhdariya min nakin û serî li pêşberî min natewînin û min biçûk dikin, axa ku min soz daye bavûkalên te bibînin. Ez ê nehêlim ew bikevin Welatê Sozdayî! Ew ê çil salan li çolê bigerin, tenê wê demê wê welatê nû ji wan re bê dayîn. Ji xwe heta wê demê jî wê hemû bimirin. Bi tenê Yêşû û Kalêv ku niha ciwan in wê bikaribin xwe bigihînin Kenanê."
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsDivê kî li welêt lêkolîn bikira? Ev çend kes bûn? Navê du kesan ji wan çi bûn?
Wan li welatê Kenanê çi dîtin?
Hûn çi dersê ji vê çîrokê werdigirin?