
Golika Zêrîn
Pirtûka Pîroz, Derketin, Beşên 32, 33.
Gava gel dît ku daketina ji çiyê ya Mûsa bi derengî ket li derdora Harûn civiyan. Jê re wisa gotin, "Rabe ji me re îlahekî ku pêşengiya me bike çêbike. Em nizanin çi bi serê zilamê ku em ji Misrê derxistine hatiye, çi bi Mûsa hatiye em nizanin!"
Mûsa bi rojan li Çiyayê Sînayê ma ku bi Xweda re biaxie. Mirov bi kelecaneke mezin li benda vegera wî bûn. Gava gelê îsraîlê li benda Mûsa bûn her ku çû bêsebir dibûn. Ji bo ku ew jî mîna gelên din ji wî alîkariyê bixwazin wan îlahekî şênber ên li ber çavan dixwestin. Mirov li dora Harûn li hev civiyan, bi israr jê xwestin ku ji wan re îlahekî çêbike. Di dawiya dawî de Harûn nema xwe ragirt
û bi ya wan kir.
Wî wisa got, "Baş e ez ê ji we re îlahekî çêbikim."
Harûn dizanîbû ku heke ew daxwaza gel pêk bîne wê li dijî fermana Xweda derkeve. Lêbelê ji bo ew li dijberî wan derkeve ewqasî xwe cegerdar hîs nedikir. Harûn zêrên ku jê re anîn, helandin û golikek jê çêkir. Wî sanemê ku bi destên mirovan hatibû çêkirin danî pêşiya gel û her kes bi coş û kelecan bû,
Wan wisa got, "Vaye îlahê me!"
Wexta Mûsa ji çiyê daket dengê hinek stranan bihîst. Yekser wî fêhm kir bê çi diqewime.
Wî dengekî bilind qîriya û got, "Gunehkarino, kafirno!" Çavên wî ji ber hêrs û xemgîniyê tijî bûn. Îsraîlî bi awayekî bêexlaq tevgeriyabûn û pişta xwe dabûn Xwedayê jiyandar. Û niha jî wan golikeke zêrîn dihebandin!
Gava Mûsa gunehekî bi vî rengî yê xofnak dît, hêrsa wî zêdetir bû. Wî lewhayên kevirîn rakirin û bi hemû hêza xwe avêt, li ber qiraxa çiya ew hemû şikenandin. Piştre wî ferman da ku golikê zêrîn bê tunekirin.
Wî wisa got: "We gunehekî pir xerab kiriye. Lê ez ê derkevim serê çiyê û ji Xweda bixwazim ku we bibexşîne. Dibe ku Xweda careke din dilovaniya xwe li we bike û li we were rehmê."
Mûsa derket ser Çiyayê Sînayê û ji Xweda xwest ku ji ber tiştên kirine mirovan bibexşîne.
Wî wisa dua kir, "Heke tu wan nabexşînî û dixwazî wan bikujî, min bikuje."
Xweda ev bersiv da Mûsa: "Kî guneh kiribe ez ê wî ceza bikim. Lê ez ê gelê îsraîlê tune nekim. Here axa ku min ji Brahîm, Îshaq û Aqûb re soz daye û daxwaza wan deran bike. Lê ez ê bi we re neyêm."
Mûsa bi dengekî bilind wisa got: "Xwedayê min, heke hebûna Te ne bi me re be, ez ê nikaribim pêşengiya mirovan bikim. Ji ber ku bêyî Te em ê li mirinê bên mehkûmkirin!"
Xweda wisa got, "Mûsa, ez ji te xweşhal im. Ji loma tişta ku tu dixwazî Ez ê bikim. Ez ê gel bibexşînim û bi we re werim Welatê Sozdayî."
Piştî demekê Xweda ji Mûsa re ferman da ku tabletên nû yên ji keviran çêbike û Deh Fermanan li ser wan binivîsîne.
Pirsên ji bo gotûbêjê
4 pirsÎsraîliyan ji kê xwest ku îlahekî ji wan re çêbike?
Harûn bi zêr kîjan ajal çêkiriye?
Xweda dixwest çi bi mirovan bike?
Piştî ku Mûsa ji çiyê daket çi kir?