
Çiyayê Sînayê
Pirtûka Pîroz, Derketin, Beşên 19; 20; 24; 31:18
Ji her aliyê Çiyayê Sînayê dûxan bilin dibû. Ji ber ku Xweda di nava êgir de daketibû ser çiyê. Dûxaneke mîna ya hêtûnê ji çiyê bilind dibû, hemû çiya bi şîdet dihejiya. Her ku dengê boriyê bilind dibû Mûsa axivî û Xweda bi gurmegurma ezmana bersiva wî dida.
Îsraîliyan li ber qiraxa çiyê kon vedan ji ber ku stûna ewran ji holê rabûbû. Xweda xwest ku Mûsa derkeve serê çiyê. Ew ê li wir ji bo wî tiştekî girîng rave bikira. Gava Mûsa gihîşt serê lûtkeya çiyê, Xweda jê re wisa got: "Te dilovaniya min a li hemberî gelê îsraêlî dît. Min ew ji Misrê derxistin. Gelo ew ê fermanên min bi cih bînin? Tu here ji wan bipirse."
Mûsa vegeriya cem gel û wî ji wan ev pirs kir. Û wan wisa got, "Xweda çi bibêje em ê bikin."
Mûsa dîsa derket serê çiyê û gotinên gel ji Xweda re gotin. "Îsraîlî sond dixwin ku fermanên te pêk bînin"
Xweda wisa got, "Mûsa, ez ê bi rêya te bi wan re biaxivim. Tu vegere cem gel û ji wan re bibêje bila xwe amade bikin ku bi Min re hevdîtinê bikin."
Mûsa daket xwarê û ji îsraêliyan re wisa got:
"Di nava sê rojan de Xweda wê biaxive û hûn ê wî li ser lûtkeya çiyê di nava ewrekî de bibînin. Ji bo vê hûn xwe amade bikin, kincên xwe bişon. Li ber Xweda bi cilên paqij û spî rawestin."
Wekî din Mûsa ferman da ku li dora çiyê sînorek bê xêzkirin. Bi vî awayî tu kes wê bi şaşî nêzî çiyê nebûya ku destê xwe bide çiyê û bimire. Herwiha destûra nêzîkbûna sewalan a li çiyê jî nebû. Ji ber ku ew der wê bi rûmeta Xweda tije bibûya.
Piştî sê rojan, serê sibehê, mirovan dengekî bilind ê gurmegurma ezman bihîstin û gelekî tirsiyan. Mûsa ji wan re got ku ji konên xwe derkevin û berên xwe bidin Xweda.
Tişta ku wan dît gelekî xofnak bû. Ji her aliyê Çiyayê Sînayê dûxan difûriya hemû çiya dilerizî. Ji ber ku Xweda di nava êgir de daketibû ser çiya. Çiya bi dûxanê hatibû rapêçan, gurmegurme ezman û brûskan vedidan. Gel ji tirsa dilerizî.
Xweda ji Mûsa re wisa got: "Were cem min, were serê çiyê."
Mûsa li Xweda guhdar kir û li pêşberî hemû civakê derket jor. Xwedê jê re wisa got:
"Ez Xwedayê te me, yê ku te ji Misrê derxist, ji axa ku tu lê hatibû kolekirin. Ji bilî min wê tu xwedayên te yên din çênebin. Divê tu ji xwe re pûtan çênekî, tu serî li ber pûtan netewînî, tu wan nehebînî. Divê tu belasebeb û bêhed navê Reb Xwedayê xwe nexî devê xwe. Roja Sebtê weke pîroz bîne bîra xwe. Tu yê şeş rojan bixebitî û hemû karê xwe bikî. Lê roja heftemîn ji min re hatiye terxankirin, ji Xwedayê te re, wekî roja Sebtê. Hurmetê nîşanî bav û dayika xwe bide ku tu dirêj bijî. Divê tu nekujî. Tu zînayê nekî. Tu nedizî. Tu yê li hember cîranê xwe şahidiya bi derwînî nekî. Divê tu çav bernedî tiştekî ku aîdî cîranê te ye.
Wexta ku Xweda axivî dilên hemû mirovan rihet bûn. Ji ber ku gava wan dengê Xweda bihîstibûn pir tirsiyabûn. Mûsa dema ji çiyê daket îsraîliyan xwe nêzî wî kirin û wisa gotin, 'Ji Xweda bixwaze ku êdî yekser bi me re neaxive, ji ber ku em di nava tirseke mezin de ne. Bila Xweda bi te re biaxive û piştre tu Mûsa bi me re biaxive'. Mûsa li serê çiyê ket nava tariyê û ji Xweda re got ku gel çi dibêje. "Dema ku dengê te bihîstine ew pir tirsiyane. Ew naxwazin tu careke din bi wan re
biaxivî."
Xweda wisa got, "Tiştekî baş e ku ew tirsiyane. Ez ê bi te re biaxivim, tu yê jî ji wan
re bibêjî ku ez çi dibêjim."
Xweda xwest ku Mûsa derkeve serê çiyê û li wir bi Wî re bimîne. Mûsa çil rojan bi Xweda re tenê ma, di wê demê de wî ne xwariye û ne jî vexwariye. Xweda ji nava ewrê pê re axivî û kir ku ew bijî.
Xweda ferman da gelê îsraîlê ku jê re perestgehekê ava bike. Pirtûka Pîroz vê ji me re dibêje. Ev perestgeh wê weke konekî ku ji deverekê bibin devereke din. Navê vî konî wê Konê Hevdîtinê be. Wekî din Xweda ji wan xwest ku sindoqekê ji textê dara qarqazî û bi zêr nixumandî çêbikin. Di nava vê sindoqê de tabletên Deh Fermanan wê bihatana parastin. Navê vê wê Sindoqa Lewheyan bûya
Xweda bi xwe du heb kevirên ku Deh Ferman li ser wan nivîsandibûn da Mûsa.
Pirsên ji bo gotûbêjê
5 pirsXweda ji bo biaxive ji serê çiya bangî kê kir?
Mûsa çima li dora çiyê sînorek xêz kir?
Gel çima êdî nexwest li Xweda guhdar bike?
Mûsa çiqasî li serê çiyê ma?
Piştî ku Xweda bi Mûsa re axivî çi dayê?