Salên di Koletiyê de

Salên di Koletiyê de

Pirtûka Pîroz, Destpêk, beş 37:13-36

Mîdyaniyan Ûsiv li Misrê firot Potîfar. Ew karmendekî Firewn û fermandarê parêzvanên wî bû...

Rojekê, Aqûb Ûsiv şand cem birayên wî yên ku keriyê pez diçêrandin. Wî jê re wisa got: "Here li birayên xwe û keriyê pez binêre. Gelo her tişt bi rêk û pêk û baş e yan na, ji min re nûçeyan bîne."

Ûsiv bi dilxwazî dixwest ku suxreya bavê xwe bike. Ji loma ew bi derbekê re ket ser rê. Ne kerek û ne jî xizmetkarek bi xwe re bir. Cilûbegên xwe yên xweşik li xwe kir û xatir ji bavê xwe xwest.

Ûsiv li birayên xwe digeriya û di dawîyê de rastî zilamekî hat. Mêrik got ku birayên wî li cem keriyê pez in. Birayên wî Ûsiv ji dûr ve dîtin. Ji hev re wisa digotin: "Vaye xewnperesto tê. Ka em wî bikujin û biavêjin binê bîrê. Piştre em ê ji bavê xwe re bibêjin ku ajalekî hov ew kir piçûparî. Îcar em ê wî wextî bibînin ku çi bi xewn û xeyalên wî tên!"

Çawa ku Ûsiv nêzî wan bû, birayê herî mezin Rûben wisa got: "Wî nekujin bila xwîn nerije. Em wî bavêjin binê vê bîrê." Armanca Rûben ew bû ku Ûsiv ji bîrê rizgar bike û li bavê xwe vegerîne.

Birayan biryar da ku Ûsiv nekujin. Gava Ûsiv hat cem wan birayên wî kincê rengîn ji pişta wî kişandin. Ûsiv ji armanca wan fêhm kir. Wî kire qîrewîr û ji wan lava kir ku bihêlin ew here û wî li bavê wî vegerînin. Lê bira ji ber ku gelekî dilxerab bûn guh nedan wî.

Ûsiv avetin bîreke kûr û vala. Ew li wir tî û birçî û westiyayî bû. Ramana ku ew ê careke din bavê xwe nebîne dilê wî gelekî dişewitand. Birayên wî yên zalim bê ku hay ji qîrîn û nalînên Ûsiv bimînin li ser xwarinê rûniştin. Piştre wan karwanekî bazirganan dît. Wan qajik, reçîne, pelesenk û tiştên din dibirin Misrê. Cihûdayê yek ji birayan wisa qîriya:

Fikrekî min heye! Ev karwan li ser rêya Misrê ye. Em Ûsiv wek kole bifiroşin! Hewce nake ku em wî bikujin ji ber ku ji xwe ew ê bi dûr bikeve."

Bi nêzîkbûna kêrwên re bira ber bi bazirganan ve beziyan. Em dixwazin koleyekî bifiroşine we. Qeşeng, hevdeh salî, saxlem û bihêz e. Hûn dikarin li Misrê bi buhayekî baş bifiroşin û karekî mezin jê bikin.

Birayên Ûsiv ew bi werîs ji bîrê derxistin. Piştî ku Ûsiv ji aliyê bazirganan ve hat kontrolkirin ew bi bîst zîvan kirîn.

Piştî demekê birayan kincên rengîn ên Ûsiv di nav xwîna bizinan dan û birin ji bavê xwe Aqûb re. Wan jê re got ku ajalekî kovî Ûsiv kiriye piçikûparî û xwariye.

Ji bo kurê xwe Aqûb bi rojan şîn girêda. Tu tiştî nikarîbû xemgîniya wî bihedinîne.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Plansaziya birayên Ûsiv çi bû?

  2. Ji kîjan birayan Ûsiv xwest ku wî rizgar bikin?

  3. Birayên Ûsiv çi jê re kirin?

15. Salên di Koletiyê de00:00 / 04:07