XEWNÊN ÛSIV

XEWNÊN ÛSIV

Pirtûka Pîroz, Destpêk, 37:1-12

Îsraîl ji kurên xwe yên din zêdetir ji Ûsiv hez diikir...

Duwazdeh kurên Aqûb ên mezin hebûn. Tenê kurê wî yê biçûk

Benyamin hêj zarok bû. Rahêla hevjîna Aqûb di ber welidandina

Benyamîn de canê xwe ji dest dabû. Ûsivê kurê Rahêl ji Benyamîn

mezintir bû xortekî ciwan bû. Wî pir ji bavê xwe hez dikir û bi ya wî

dikir.

Deh kurên din ên mezin ên Aqûb li ber keriyên pez û bizinan bûn. Gelek caran wan tiştên xerab dikirin ji loma bavê wan ji wan ne kêfxweş bû.

Gava birayên wî tiştê rast nedikirin Ûsiv xemgîn dibû û bavê xwe ji vê agahdar dikir. Helwesta Ûsiv dikir ku birayên wî hêrs bibin û wan pê re bi xweşî tevnedigeriyan. Ew difikirîn ku Ûsiv li hemberî wan di helwesteke şaş de ye. Gava ku wan dît bavê wan bêhtir ji Ûsiv hez dike hesûdî û nefreta wan zêdetir bû.

Rojekê, Aqûb ferman da xizmetkarên xwe ku ji bo Ûsiv cilekî xweşik û rengîn çêbikin. Tu kincên wisa yên kesekî yên kurên Aqûb nebûn. Vê yekê dikir ku di navbera birayan de hesûdî mezintir bibe.

Ûsiv gelek caran xewnên derasayî didîtin. Rojekê di xewna xwe de dît ku bi birayên xwe re li nav zeviyê gurzikan girê dide. Gurzikên birayên wî li ber yên wî daqûl dibûn. Bi heyraniya xwe, Ûsiv bi awayekî ecêbmayî xewna xwe ji birayên xwe re got.

Birayên wî gelekî bi hêrs bûn û wisa gotin, " Tu dibêjî qey em ê li ber te serî bitewînin?"

Piştî demeke zêde ne dirêj Ûsiv xewneke din a ecêb dît. Roj, heyv û yanzdeh stêrk li ber wî serî ditewandin. Vê xewnê kir ku ew zêdetir matmayî bimîne. Wî ji bav û birayên xwe re qala vê xewnê kir.

Bavê wî erza wî şikenand û got: "Tu difikirî ku roj ez im, heyv dayika te ye û yanzdeh stêrk birayên te ne? Ez, dayika te û birayên te em ê werin li ber te serî bitewînin?"

Lê ev xewn li hişê Aqûb aliqî ma. Birayên Ûsiv ji wî zêdetir nefret kirin û ji wî zêdetir hesidîn. Wan di nav xwe de wisa digotin, "Ûsiv gelekî qure û bi difre bûye û ew xwe bi tiştekî dihesibîne. Ka em ê dersekê bidinê ku ew ji xwe re zanibe!"

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Çend kurên Aqûb hebûn?

  2. Gelo Aqûb tiştekî baş dikir ku ji kurên xwe yên din zêdetir ji Ûsiv hez dikir?

  3. Xewnên Ûsiv çima birayên bi hêrs dikirin?

14. XEWNÊN ÛSIV00:00 / 03:45