
Li Misrê
Pirtûka Pîroz, Destpêk, Beşên 39, 40, 41
Reb bi Ûsiv re bû û dikir ku ew bi ser bikeve.
Bazirganan Ûsiv birin Misrê û firotin Potîfar. Potîfar serkêş û fermandarê hêzên pasevanên Fîrewn bû. Ûsiv yekser fêrî zimanê Misrî bû û di her tiştê xwe de bi serkeftî bû. Di demeke kurt de ew bû serkêşê xizmetkarên Potîfar. Xweda Ûsiv li welatekî xerîb bi tenê nehişt alîkariya wî kir. Ûsiv ji ber vê dilşa bû.
Potîfar berevajî hevsera xwe ji Ûsiv re kubar bû. Rojekê, gava Potîfar li devereke dûr bû, jina wî ji ber tiştekî ku Ûsiv nekiribû ew tawanbar kir. Ji ber vê Ûsiv avêtin zîndanê. Xweda ew li wir jî bi tenê nehişt.
Serkêşê zîndanê têgihîşt ku Ûsiv mirovekî ewledar e. Rêveberiya hemû girtiyan da destên wî. Şevekê, sakî û nanpêjê Fîrewn xewnekê dibînin. Ew ji ber vê pir aciz bûn û ketin mitaleyan.
Ûsiv pêşniyareke wisa kir: "Eger Xweda di şîrovekirina wateya di xewnên te de rê nîşanî min bide, ez ê ji te re rave bikim. Ji min re qala xewnên xwe bikin."
Dema ku Sakî û nanpêj ji wî re qala xewnên xwe kirin hewcedarî pê nebû ku Ûsiv zêde li ser vê bifikire. Xweda bi xwe wateya xewnan eşkere kiribû.
Piştî demeke ne dirêj li cihekî gelekî cuda yê dûrî zindanê mirovekî din xewneke ecêb dît. Ev zilam Firewnê Misrê bû. Wî di xewna xwe de dît ku heft çêlek ji Çemê Nîlê derdiketin. Çêlek qelew û eyarê wan birqok bûn. Li ber qiraxa çêm diçêrandin. Piştre heft çêlekên din ji Çemê Nîlê derketin. Lê bi qirêj û lewitî bûn. Ew tenê çerm û hestî bûn. Çêlekên kirêt ên qelew xwarin, lê dîsa jî wekî berê pirnisî û lawaz xuya kirin.
Firewn hişyar bû, di demeke piştî kêlîke ew dîsa di xew re çû û xewneke din dît. Vê carê li ser sipitkekê heft simbil dîtin. Simbil mezin û dagirtî bûn. Lê ji nişka ve, heft simbilên dinên lawaz û qemirî şîn hatin. Simbilên lawaz ên dagirtî daqurtandin.
Temaşekirina li vê bi xofnak bû.
Firewn bi awayekî mitale di nava xwêdanê de ji xew şiyar bû. Wî dizanîbû ku ev xewnên wî bên şîrovekirin. Gelo ev dihatin çi wateyê?
Firewn fikirî lê kir û nekir tu wateya xewnên xwe pêde nekirin. Wî gazî hemû sêrbaz û remildarê Misrê li qesra xwe kir. Û gava ew hemû kom bûn, Firewn ji wan ra behsa xewnên xwe kir. Lêbelê tu kesî ji van aqilmendan nikarîbû wateya xewnên wî şîrove bikin. Firewn bi hêrs ew hemû derxistin. Di vê navberê de, tê bîra wî ku dema sakî li girtîgehê bû Ûsiv xewna wî şîrove kiribû. Sakî ji Firewn re behsa Ûsiv kir û yekser Firewn şand pey Ûsiv ku were.
Firewn ji Ûsiv pirsî, ""Tu xewnan şîrove dikî, ma ne wisa?"
Ûsiv got, "Na, ez nikarim. Tenê Xweda dihêle ku ez şîroveyan bikim."
Firewn tiştê di xewna xwe de dîtine jê re vegotin.
Ûsiv wisa ji Firewn re got: "Her du xewnên te jî tên heman wateyê. Heft çêlekên qelew û heft simbilên xweşik û dagirtî ên ku te di xewna xwe de dîtine tê wateya berekata heft salan a li Misrê. Heft çêlekên kirêt û heft simbilên lawaz jî tên wateyê ku heft salan wê hişksalî û xela û birçîbûnek çêbibe. Xela wê ewqasî giran be ku salên bi bereket ên beriya wê dê qet nayên bibîranîn. Wateya ku di vê mijarê de te du caran xew dîtine nîşan dide ku Xweda biryar daye û di zûtirîn demê de Ew ê vê pêk bîne."
Firewn gelekî tengijî û dilgiran bû.
Wî pirsî, "Ji bo rêlibergitina vê xetereyê tu rê nînin?"
Ûsiv wisa bersiv da: "Rêyek heye. Xela wê were, lê divê tu jê re amadekariyê bikî. Ez pêşnîyarê li te dikim ku tu mirovekî aqilmend tayîn bikî ku bikare pêşbînîya pêwistiya genim bike. Bila hemû ber û xwarinên salên berdar û bi bereket bên komkirin û wan li bajarên di bin serweriya Firewn de di depoyan de biparêzin. Wexta ku xela hat ji bo xwarin têrî mirovan bike."
Firewn ji ber vê pêşinyarê dilxweş bû. Rabû ser xwe û ji Ûsiv re wisa got:
Wekî Xweda ev hemû tişt bi te dan gotin naxwe ji te pê ve kesekî din î jîrtir tune. Hemû gelê min wê fermanên te bi cih bîne. Ez te wekî rêveberê hemû Misrê tayîn dikim. Ji text pê ve wê tu mezinahiya min li ser te tune be."
Firewn gustîlka xwe ji tilîya xwe derxist û weke nîşaneya hêzê ew kir tiliya Ûsiv. Kincên biha û xweşik li wî kirin. Zincîreke gerdeniya zêrîn xistin stûyê Ûsiv. Firewn erebeyek da Ûsiv û ferman li her kesî kir ku wexta Ûsiv derbas bû serî li ber wî bitewînin.
Êdî bi vî awayî Firewn, Ûsiv derbasî rêvebirina Misrê kir. Ûsiv weke serwerê Misrê neçar ma ku gelekî bixebite. Wî ferman da ku li seran serê welêt ambarên gelekî mezin bên çêkirin. Wî wextê xwe bi betlane, vehesîn û bi xweşiyê derbas nekir. Ew tenê li ser başiya gel difikirî.
Heta tu bibêjî bes Ûsiv ji Xweda re gelekî spasdar bû. Xweda ew ji girtîgehê rizgar kiribû. Tiştên ku ew bextewer dikirin ne cil û bergên xweşik û hêza wî bû. Ji ber ku wî qencî bi gel dikir û ew ji birçîbûnê diparastin ew kêfxweş dibû.
Piştî demekê, Ûsiv zewicî û du kurên wî çêbûn. Ew her dem li bavê xwe yê pîr difikirî û tu carî hêviya dîtina bavê wî di dilê wî de venemir. Wî birayên xwe jî ji bîr nedikir. Wî hêvî dikir ku ew ji ber tiştên ku kirine poşman bibin. Ûsiv di dilê xwe de ji birayên xwe nefret nedikir. Wî izanîbû ku Xweda destûr daye ku li Misrê weke
koleyekî bê firotin. Xweda ev yek ne tenê ji bo rizgarkirina gelê Misrê ji xelayê, di heman demê de Wî ev ji bo tevahiya malbata Aqûb jî kir.
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsPiştî ku bazirganan Ûsiv kirîn ew bi ku ve birin?
Ûsiv firotin kê?
Li Misrê Xweda çawa alîkariya Ûsiv kir?